Huda-Par: Leşker bi zorê ketin malên me û ji xwe re kirin çeper

Huda-Par da xuyakirin, ku hêzên dewletê ketine malên wan û ji xwe re kirine çeper.

Huda-Par da xuyakirin, ku hêzên dewletê ketine malên wan û ji xwe re kirine çeper.

Partiya Huda-Parê, di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek weşand û diyar kir ku berî 3 rojan, leşker bi zorê ketine mala endamên wan Halîs û Mûhlîs Gozgu ya li taxa Nûrê ya Cizîrê û bêyî daxwaza endamên wan, leşkeran dest danîne ser malê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li mala her du endamên me hînê leşker hene û ji vê derê şer dikin."

Huda-Parê bang li hêzên dewletê kir, ku derhal malên endamên wan vala bikin.