Huda Kaya: Divê em bersivê bidin qêrîna Leyla Guven

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya got, ''Bi polîtîkaya şer a ku bi danîna tecrîdê ya li ser Rêzdar Ocalan em hatin vê rewşê'' û diyar kir, ''Divê em bersivê bidin qêrîna Leyla Guven''

Parlamentera HDP'ê Huda Kaya ku ji bo destekê bide çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Rêxistina Bajêr a Stenbolê ji bo sê rojan ketî greva birçîbûnê têkilî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya ku Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemergê Leyla Guven li dijî tecrîdê dayî destpêkirin ji ANF'ê re axivî.

'BI TECRÎDA LI IMRALIYÊ EM HATIN VAN ROJAN'

Kaya diyar kir helwesta ku Leyla Guven danî holê, li dijî tecrîdê, ji bo rê li aştî, azadî, çareseriyê vebe pir girîng e. Kaya got li dijî ya xweşik, rast, li dijî herqîqet, hezkirin û li dijî nasnameyên cuda û ramanên cuda tundî û nefret heye, diyar kir 2015'an i tecrîda girankirî ya li ser Ocalan hatine rewşa îro û domand,''Bi polîtîkaya şer a ku bi danîna tecrîdê ya li ser Rêzdar Ocalan em hatin vê rewşê'' û diyar kir; çi tiştê xweşik û rast hate hêrifandin. Baweriya mirovan bi hev nema, nirx, bawerî riziyan. Niha çi tiştê xweşik bin têne avêtin û bi rengekî li ser rawestiyayî ev desthilat hewl dide ku geê me, welatê me, mehkûmî polîtîkaya şer a tarî, nediyar, mehkûmî zimanê tundî û nefretê bike û hewl dide ku vê pêvajoyê bi tirsê ava bike.''

'DIVÊ EM BERSIVÊ BIDIN QÊRÎNA GUVEN'

Kaya diyar kir ji ber vê konsepta navtêder hem ji hêla polîtîk hem ji hêla aborî û sosyal ve welat nema dikare ber xwe bibîne, got, li gel van hemû neyêniyan jî ên ku dev ji qenciye, aştiyê dadmendî û azadiyê neqeriyane li ber xwe didin û Leyla Guven, ku bi neheqî hatiye mehkûmkirin bi çalakiya xwe li dijî vê rewşê bûye qêrînek. Kaya got, Guven helwesteke jinane daniye holê û domand, ''Em hem jin û hem jî hevalên wê yên wekîl û hem jî gelê me divê em bersivê bidin vê qêrînê''. Kaya li dijî sersariya Meclîsê helwest nîşan da û got, Meclîs bi helwesta xwe derbê li dînamîka xwe  dide.