HRW: 'Herêma ewle' ya Tirk ji bo sivîlan metirsîdare

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku li herêmên dagirkirî yên ku dewleta Tirk jê re 'herêma ewle' dibêje, bi rengekî komî mirov ên kuştin û talan tê kirin. HRW'ê destnîşan kir ku ew herêm ji bo sivîlan metirsîdar in.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) daxwaza lêpirsîna binpêkirinên li dijî mafên mirovan ku qaşo ‘Artêşa Wetenî ya Sûriyê’ (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) ya bi piştevaniya dewleta Tirk di êrişên dawîn ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk anîne, dikin ku sûcên şer di piranî rewşan de kirine û her wiha jî garantiya darizandina berpirsên wan binpêkirinan dikin.

Gerînendeya Beşa Rojhilata Navîn a HRW’yê Sarah Leah Whitson wiha anî ziman: "Kuştinên meydanî, dizîna milkan, qedexekirina vegera koçberan a li warên xwe, belgeyên rastîn der barê herêma ewle de ku ji hêla dewleta Tirk ve hatine pêşniyarkirin, dê ewle nebe. Ev jî piştrastkirinek ji gotinên dewleta Tirk e ku êrişên wê dê herêmeke ewle ava bikin. Komên çete ku Tirkiye di rêvebirina herêmê de bi kar tîne, binpêkirinan li dijî sivîlan pêk tîne û li ser esasê etnîkî ne."

Sarah Leah Whitson wiha dewam kir: "Ji destpêka êrişan ve, dewleta Tirk û komên ku piştevaniya wê dike, herêmên sivîlan bê ser û ber bombebaran kirin. Nêzî 7 êrişên kuştinên meydanî yên derveyî qanûnan pêk anîn. Malên sivîlan desteser kirin, bazirganiya sivîlan bi taybet bi awayekî derqanûnî û dizîna milkên wan pêk anîn.”

HRW’ê bi 10 kesan re, ji wan jî 2 bijîşk û 3 kesên nêzî qurbaniyan, da ku van binpêkirinan belge bike, hevdîtin pêk anîn û her wiha jî rêxistinê li wêneyên ku çalakvan û xizmên wan pêşkêş kirine ku pişîtevaniya van binpêkirinan dike, vegerî. Di 11’ê Cotmehê de, di dîmen û wêneyan de, hin ji wan jî bi rêya çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê li ser tevnên civakî hatin belavkirin, diyar dibe ku endamên koma çete gule li kesekî ku li erdê ye, nalive û tu gefan çênake, direşînin û li ser cenazeyekî din bi rêbazeke heqaretwarî disekinin.

HRW’ê kuştina meydanî ya çalakvana siyasî ya Kurd Hevrîn Xelef jî belge kir. Her wiha der barê 3 karkerên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd de ku li herêmên di bin kontrola Artêşa Wetenî ya Sûriyê de winda bûne, lêkolîn kirin. HRW’ê hevpeyvîn bi 3 xizm û hevalên qurbaniyan re çêkirin ku wan nasnameyên qurbanî û rewşên kuştina wan, piştrast kirin.

HRW’ê di navbera 6 û 11’ê Mijdarê, 5 sivîlên Kurd dîtin û diyar kir ku hêzên çekdar mal û milkên wan dagir dikin û nahêlin ew û malbatên wan vegerin.

Rêxistinê bang li dewleta Tirk kir ku desteka xwe ya leşkerî ji çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê re rawestîne.

Sarah Leah Whitson wiha got: "Tirkiye kiryarên ku çekdarên ku desteka wan dike, paşguh dike. Ji ber ku Tirkiyê van herêman kontrol dike, divê berpirsyariya lêpirsîna van binpêkirinan û rawestandina wê bike."

Di dîmenan de ku HRW’ê lêkolîn kirin, zilamên li derdora cenazeyê jinekê kom bûne, kesên nêz û çalakvanan teqez kir ku cenaze yê şehîd Hevrîn Xelef e.

Di dîmeneke din de, tê dîtin ku zilamên çekdar ku navê çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê lê kirine, guleyan li kesekî li kêleka rê direşînin. Malpera "Billinkat" diyar kir ku çeteyên ‘Ehrar El-Şerqiye’ Hevrîn Xelef dikuştin û kesê din ê di dîmenên duyemîn de kuştin.

Her wiha yek ji kesên xizmê her sê endamên Heyva Sor a Kurd got komên ji Artêşa Wetenî ya Sûriyê ji wan re gotin ku wan di 11`ê Cotmehê de endamên Heyva Sor a Kurd girtin.

Human Rights Watch hevpeyvîn bi 2 kesan re çêkir, her du kesan got çeteyên Artêşa Wetenî mal û milkên wan dizîn û talankirin. Rêxistinê diyar kir ku çeteyên Artêşa Wetenî 3 kesên ku hewl didan vegerin malên xwe, li Serêkaniyê hatin kuştin, ji ber ku Kurd in.

3 Kurdên li Girê Spî diman û ji ber şerê 9`ê Cotmehê koçber bûn, teqez kir ku mal û milkên wan bi awayekî derqanûnî hatibûn dagirkirin û got cîranên wan ên Ereb telefonî wan kir û got malên wan hatin talankirin û çekdarên Artêşa Wetenî li malên wan dijîn û malbatên Ereb di 14 û 18’ê Cotmehê de li şûna wan bi cih kirin.