HRW: Gaza îsotan dij-qanûnî bi kar neynin!

HRW: Gaza îsotan dij-qanûnî bi kar neynin!

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan (Human Rights Watch), destnîşan kir ku gaza îsotan a li hemberî çalakvanên Parka Gezî hatin bikaranîn, dibin gulleyên bi talûke yên rê li ber birîndarên ciddî vedike û bang li Tirkiyeyê hat kirin ku “gaza îsotan şaş û ji derveyî qanûnê bi kar neyne.”

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê HRW’ê ve hat kirin de hat gotin ku di bûyerên çalakiyên Parka Gezî de polîsan bombeyên gaza îsotan rasterast li hemberî çalakvanan bi kar anîne û ev jî veguherine gulleyên bi talûke yên rê li ber birîndariyên ciddî vekirine.  

Rêxistinê da xuyakirin ku ji ber polîsan ji mesafeyeke kurt û zêde zêde bombeyên gaza îsotan bi kar anine çav jî di nav de deh bûyerên ciddî yên birîndariyê rû dane.

HRW got, “Divê rayedarên Tirkiyeyê der barê şêwazê bikaranîna gaza îsotan de tavilê rêbazên bikaranînê di ber çavan re derbas bike, di rêbazên bikaranînê de aşkera tê diyarkirin ku bikaranîna gaza îsotan di cihên girtî de û rasterast avêtina ser mirovan qedexe ye. Divê rayedar ji bo li gorî rêbaza bikaranîna wê hewldanan pêş bixin û bihêlin ku polîsên li gorî wê tevnegerin hesab bidin.”

Lêgerê pispor ê Tirkiyeyê yê Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan  Emma Sinclair-Webb, got, “Bombeyên gaza îsotan dema rasterast li hemberî xwepêşanderan tê bikaranîn rê li ber birîndariyên ciddî –di heman demê de yên mirine jî-  vedike. Di Parka Gezî de vê rewşê dubare dubare rû da. Divê polîs û fermandarên van bombeyan wiha bi kar tînin ji xusûsa “Jiyana mirovan dixin talûkeyê” berpirsyar werin dîtin.