Di çend mehên dawîn de li Reqayê û li derdora wê gelek gorên komî derketin holê yên ku cenazeyên bi sedan kesan lê hatine veşartin. Beriya QSD Reqayê rizgar bike, çeteyên DAÎŞ’ê ev der ji xwe re kiribû ‘paytext’ û teroreke mezin dikir.
HRW’ê diyar kir ku li Reqayê herî kêm neh gorên komî hene û di her gorekê de bi sedan cenaze hene. HRW’ê bal kişand ser vî tiştî ku derxistina van cenazeyan û eşkerekirina nasnameya wan karekî mezin e û got “Pêdivî bi organîzasyonên navneteweyî, pisporên tipa edlî û alîkariyeke teknîk heye.”
HRW’ê DYA di serî de bang li gelek rayedarên civakên navneteweyî kir û got, “Ji bo tespîtkirina kesên ku ji goran ew ê werin derxistin û agahiyên li ser kesên winda, divê pergaleke zelaltir were avakirin.”
HRW’ê got ku, “Heke alîkariya teknîkî neyê kirin, ew ê ev tişt ji malbatên bendewar re nebe bersiv û dibe ku ev delîl winda yan jî texrîb bibin”
HRW’ê bi bîr xist ku çeteyên DAÎŞ’ê di binê stadyûma nêzî nexweşxaneyê de goreke komî çêkiribûn û di meha Nîsanê de vê gora komî hatibû dîtin. HRW’ê diyar kir ku di vê gorê de 553 cenaze hebû û ji şopandina xebatan wan komek şandine wê derê.