HRW’ê bang li YE’yê kir: Zextên ekonomîk li Tirkiyeyê bikin!

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) beriya civîna NATO’yê daxuyaniyek da û bang li Yekîtiya Ewropayê kir ku zextên ekonomîk li Tirkiyeyê bikin.

Di daxuyaniya HRW’ê de hat gotin ku, berfirehkirina hevkariya ekonomîk a bi Tirkiyeyê bila li gorî başkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê be.

HRW’ê bang li Serokê Konseya YE’yê Donald Tûsk û Serokê Komîsyona YE’yê Jean Claûde Jûncker kir ku di civîna roja pêncşemê de ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re, bila helwesta xwe zelal bikin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) destnîşan kir “Li Tirkiyeyê krîza mafên mirovan û dewleta hiqûqê heye” û daxwaz kir ku divê dewlet dev ji van kesan berde yên ku desthilatdariyê rexne dikin.

HRW daxwaz kir ku rojnamevanên girtî bila werin berdan û got: “Hikumeta Tirkiyeyê li herêma Kurdan dest daniye ser 86 şaredariyan û şaredar avêtine girtîgehê.”

HRW bang li Jûsk û Jûncker kir ku di warê serbestberdana mûxalîfan bila zextê li Erdogan bikin û xwestin ku bila Erdogan rewşa awarte rake û paşveanîna cezayê îdamê jî betal bike.