HRW: Divê pêleke nû ya girtin û binçavkirinê neyê destpêkirin

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), li ser bûyer û qewimînên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), li ser bûyer û qewimînên piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê daxuyaniyek da.

HRW'ê işaret bi girtin û binçavkirinan kir û ragihand, divê pêleke nû ya girtin û binçavkirinê neyê destpêkirin.

Dîrektorê HRW yê Ewropa û Asya Navîn Hûgh Wîllîamson got, "Bêguman mafê herî xwezayî yê hikûmetê ye, kesên hewl dane darbeyê pêk bînin dadgeh bike. Lê belê ast û leza binçavkirinan nîşan didin ku ji lêpirsîna li gorî delîlan wêdetir, hewldaneke tesfiyeya girseyî heye."

HRW bal kişand ser nîqaşên li ser cezayê îdamê û got, "Pêwîste hikûmet li hemberî daxwazên populîst li ber xwe bide."