Hrant Dînk li Stockholmê hat bîranîn

Midûrê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dînk, di salvegera 10. de li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hat bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran pêk hat û ji aliyê  Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan li Tirkiyeyê, Klûba PEN a Swêdê, Federasyona Rojnamevanan a Swêdê, Federasyona Ermeniyan û Navenda Perwerdeyê ya Karkeran ve hat organîzekirin. Tevî rêxistinên malovan, nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Federasyona Kurd, Sefîrê Bilind ê Ermenîstanê, hîndekar, parlamenter û rojnamevanên navdar tevlî bûn. Beşdaran li ser doza Dînk û rewşa li Tirkiyeyê nêrînên xwe vegotin.

PETHRÛS: BÊDENGÎ ALTERNATÎF NÎNE

Li dû deqeyeke rêzgirtinê, ji Partiya Demokratên Xiristiyan parlamenter Dessîre Pethrûs ku Serokatiya Komîteya Piştgiriya Mafên Mirovan li Tirkiyeyê dike, axivî.

Pehtrûs bibîr xist, ku ji ber mafên gelê Kurd, Asûrî-Suryanî parastiye, li dijî Dînk di destpêkê de doz hatiye vekirin, piştre jî hatiye kuştin. Pehtrûs got, "Li dijî wan bêdengmayîn alternatîf nîne. Jİ bo parastina mafên mirovan divê em dengê xwe bilind bikin."

RAKEL DÎNK: DEST NEDAN KESÊN KU EM DIKIRIN HEDEF

Hevjîna Dînk Rakel Dînk bi rêya dîmen ji beşdaran re axivî û got, "Di ser kuştina Hrant re 10 sal derbas bûn. Doz bi demê re tevizandin. Di nava van deh salan de dest nedan kesên em hedef nîşan didan û li ber dadgehan gef li me dixwarin. Hêvîdar im wê edalet bi cih bê. Ji ber ku doz ne tenê ya me ye, ya hemû mirovên neheqî li wan tê kirin e. Ev yek wê ji bo mafên mirovan û Tirkiyeyê bibe gaveke girîng."

Doçent û dîroknas Vahagn Avedîan jî da xuyakirin, ji eşkerenekirina cînayeta Dînk ku li pêş çavên her kesî hat kuştin, berpirsyar sazî û siyasetmedarên Tirk in.

ROJNAMEVANÊN KU RASTIYAN JI GEL RE RADIGIHÎNIN TÊN GIRTIN

Serokê Federasyona Rojnamevanan a Swêdê Jonas Nordlîng got, "Li welatekî ku berî 10 salan Dînk lê hat kuştin, bûyerên diqewimin di rast in. Mirovên ku dixwazin di asta profesyoneliyê de rojnamevantiyê bikin, tên astengkirin. Divê êdî mirov nîqaş bikin bê li Tirkiyeyê çapemeniya azad heye yan na. Rojnamevanên ku rastiyan ji gel re radigihînin, tên girtin."

Nordlîng da xuyakirin, ku ew ê tevî Federasyona Rojnamevanan a Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo rojnamevanên li Tirkiyeyê bidomînin.

Li ser navê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Andrea Bodekûll jî da xuyakirin, ku di nava 10 salan de bûyera kuştina Dînk nehatiye ronîkirin, di ser re, binpêkirina mafên mirovan û ramanê derketiye asta herî bilind, hikûmet dengê mûxalefetê dibire û anî ziman, êdî nepêkane ku mirov bêjin li Tirkiyeyê medyayeke azad heye.

Bodekûll diyar kir, rojnamevanên bi sûcdariyên bê bingeh ên bi kêfî hatine girtin, divê derhal bên berdan û dozên li dijî wan hatine vekirin jî werin betalkirin.