HPG: Li Heftanînê 4 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku hêzên wan 25'ê Adarê li Heftanînê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine û di encamê de 4 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome, hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

21'ê Adarê hêzên me li dijî qereqola Yekmalê ya li navçeya Qilabanê ya Şirnexê çalakî kirin. Derbên giran li kozik û stargehên li qereqolê hatin xistin, lê belê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

25'ê Adarê saet di 12:30'î de hêzên me li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Şêxmûs ê li herêma Heftanînê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de ku derbeke xurt li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, 4 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Leşkerên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê hatin birin. Artêşa TC a dagirker bi balafirên şer bombe li herêmê barand.

Yekîneyên me yên çalakî kirin bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriyan."