HPG: Înfaza li Çewlikê eleqeya xwe bi êrîşa li dijî polîsan nîne!

HPG: Înfaza li Çewlikê eleqeya xwe bi êrîşa li dijî polîsan nîne!

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel, da xuyakirin ku yên li dû êrîşa li dijî rayedarên polîsan a 9'ê Cotmehê li Çewlikê hatin înfazkirin, ti eleqeya xwe bi êrîşê re nîne. Fermandariyê nasnameya yên jiyana xwe ji dest dane aşkera kir û got, "Rayedarên dewleta Tirk ên di vê mijarê de agahiyên şaş dane raya giştî, ji vê bûyerê berpirsyar in."

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Der heqê bûyera 9'ê Cotmehê ya li Çewlikê rû da de, roja 10'ê Cotmehê ji aliyê me ve daxuyaniya pêwîst hatiye dayîn. Ev daxuyaniya me derbasdar e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lê belê bûyera heman rojê li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê qewimî, ti eleqeya xwe bi vê bûyerê re nîne. Tevî ku her du bûyer ti eleqeya xwe bi hev nîne jî, di asta herî bilind de rayedarên dewleta Tirk agahiya 'Yên li Çewlikê polîsê me kuştin, hatin kuştin' dane raya giştî û agahiyên şaş-derew dane civakê. Halbûkî derfetên teknîkî yên did estê dewleta Tirk de rê didin ku di demeke kurt de her du bûyeran ronî bike. Li gel vê yekê jî, bi hev ve girêdana her du bûyeran, berevajîkirin û sextekarî ye."

Fermandariyê ev agahî da: "Roja 9'ê Cotmehê, hevalê Bahoz Amed (Ramazan Ozmarkar) ê ji bo wezîfeyekê ji eyaleta Erzîromê dixwest derbasî eyaleta Amedê bibe, Emre Ekîncî û Omer Topal ên ji yekîneya ciwanan û welatparêz û demokrat Alî Bozan re ketin ser rê.

Kincê sivîl li van hevalên me bûn û li cem wan, bi tenê ji bo parastinê 2 çek hebûn, wekî din tiştek nebû. Lê belê haya polîsan ji vê tevgera wan çêbûye. Hêzên dewletê yên dizanîbûn ku ev kom ji ku diçe ku derê, li Dara Hênê kemîn danîn pêşiya wan. Di berdêla mirina polîsên li Çewlikê, bi awayekî zane û plankirî, bêyî hişyariya 'raweste' bê kirin hevalên me hatine înfazkirin.

Rastiya bûyerê bi vî rengî ye; ti eleqeya vê bûyerê bi bûyera polîsan a li Çewlikê re nîne. Hêzên dewleta Tirk bi zanebûn kemîn danîn û gerîlayekî me, 2 sempatîzanên me yên ciwan ên giranbuha û welatparêzekî me yê kedkar qetil kirine. Ji bo ser vê komkujiya bi zanebûn hatiye kirin binixumînin ji raya giştî re hatiye gotin, 'Me yên bûyera Çewlikê kirine, kuştin'. Ji vê bûyerê rayedarên dewleta Tirk berpirsyar e."

Hat ragihandin ku yên jiyana xwe ji dest dane Ramazan Ozmarkar bi nasnav Bahoz Amed ê di sala 1990'î de li Wêranşar a Rihayê ji dayik bûye û di sala 2009'an de ji Amedê tevlî bûye, Emre Ekîncî yê di sala 1999'an de li Melezgîrtê ji dayik bûye, Omer Topal ê di sala 1998'an de li Tekmanê ji dayik bûye û Alî Bozan ê li Kanî Reş a Çewlikê ji dayik bûne.

Fermandariyê got, "Em ji malbatên 4 milîtanên giranbuha û têkoşerên azadiyê yên di vê bûyerê de jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, em bawerin ku gelê me çawa li şehîdên xwe xwedî derdikeve wê li van şehîdên me yên ciwan û kedar jî xwedî derkeve."