HPG: Di çalakiya Licê de 7 leşker mirin

HPG: Di çalakiya Licê de 7 leşker mirin

HPG’ê diyar kir k udi 27’ê sibatê de di êrîşên hewayî de 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn û got wek mîsîlmeyê li Licê gerîlayan çalakî pêk aniye û 7 leşker mirine.
HPG’ê diyar kir ku çalakiya li Licê ya Amedê çalakiya mîsîlmeyê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Artêşa tirk a dagirker di 27’ê sibatê de li hemberî qadên parastina medya operasyonên hewayî pêk anîn û 4 hevalên me şehîd ketin.  Li dijî vê hevalên me li Licê di 4’ê adarê de li hemberî konvoya leşkeran çalakî pêk anî. Di çalakiyê de 7 leşker mirin û 4 jî birîndar bûn. Hema rojê artêş atirk riya ku çalakî lê pêk ht ji trafîkê re girt û li navbera Hên û Licê operasyon da dest pêkirin.
Her wiha hate diyar kirin ku ji 4’ê Adarê heta niha di sÎnorên herêma Zapê de ya Qadên Parastina Medya de  gundên Canî Cennetê, Şîfreza û Ciloya biçûk tên bombeberankirin.