Hovîtiya AKP'ê li Swêdê tê şermezarkirin

Kurdistaniyên ev 3 roj in li Meydana Storatorget a li navenda bajarê Helsînborg ê Swêdê di greva birçîbûnê de ne, duh bi xwepêşananekê re dawî li vê çalakiya xwe anîn.

Kurdistaniyên ev 3 roj in li Meydana Storatorget a li navenda bajarê Helsînborg ê Swêdê di greva birçîbûnê de ne, duh bi xwepêşananekê re dawî li vê çalakiya xwe anîn.

Di çalakiyê de, ji Partiya Çep Mats Fûcht, ji Çepa Ciwan Sîlan Erman, ji Komîteya Çalakiyê Eylem Batak û Siyasetmedarê Kurd Welat Bagok bang li hikûmeta AKP'ê kirin derhal dawî li êrîşan bîne û bêdengiya Neteweyên Yekbûyî û welatên rojavayî şermezar kirin.

Li ser navê baskê Partiyan Çep ê ciwanan Çepa Ciwan Sîlan Erman peyivî û da zanîn, ku dewleta Tirk a hevkariya xwe ya bi çeteyên DAIŞ'ê re hînê didomîne bi rêk û pêk hewl dide li Bakurê Kurdistanê Kurdan qir bike û şaristaniya li Kurdistanê tine bike.

Erman bal kişand ser bêdengiya cîhanê ya li pêşberî vê hovîtiyê û got, "Neteweyên Yekbûyî li ku ye? nirxên Yekîtiya Ewropa li ku ne?" Erman bang li gelê Swêdê kir ku li dijî komkujiyên li Kurdistanê derkeve û li cem gelê Kurd cih bigire.

12 KES ŞÎDETA LI TIRKIYEYÊ PROTESTO DIKIN

Greva birçîbûnê ya 3 rojan a Kurdistaniyan di çapemeniya nivîskî û dîtbarî de jî cih girt. Televîzyona Dewletê ya Swêdê (Svt) bi serenavê "12 kes şîdeta li Tirkiyeyê protest dikin" nûçeyek amade kir û da zanîn, ku 12 Kurdên ji bajar û navçeyên herêma Skane dijîn, li meydana navenda abjarê Helsîngborgê kon vedane û êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bi greva birçîbûnê şermezar dikin.

ÇALAKGER DIXWAZIN OCALAN WERE BERDAN

Ji Komeleya Jinên Kurd a Navneteweyî Eylem Batak diyar kir, ji bo ew komkujiya li Kurdên sivîl tê kirin bi cîhanê bidin bihîstin ew ketine grevê û destnîşan kir, ku ew dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ji sala 1999'an û vir ve li girtîgehê tê ragirtin, serbest were berdan.

Di nûçeyê de hat ragihandin, ku Sefaretxaneya Bilind a Tirk a li Stockholmê bersiv nedaye pirsgirên Svt ên il ser greva birçîbûnê û bûyerên li Kurdistanê diqewimin.

GAZA ÎSOTÊ BERDAN PITIKÊ 6 MEHÎ

Êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdên li Bakur, îro cihekî berfireh di medya Swêdê de girtin. Serokê Kulûba Futbolê ya Dalkurd Ramazan Kizil ê li Gundê Girê Mîra ye daxuyaniyek da Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT û hemû organên nivîskî û dîtbarî yên medyayê cih dan vê daxuyaniyê.

Kizil anî ziman, ku gundê wan ji aliyê bi sedan maşînên zirxî û bi dehan tankan ji aliyê leşker û polîsan ve hatiye dorpêçkirin û diyar kir, hêzên ewlekariyê gazê berdidin jin, zarok, extiyaran.

Kizil ji bo pirsa "Hûn çiqasî bi endîşe ne, hûn natirsin ku jiyana xwe ji dest bidin?" ev bersiv da: "Min firsen nedît li xwe bifikirim. Dema gaza îsotê berdidin çavê pitikê 6 mehî, hingî mirov nikare li xwe bifikire."

DAIŞ'Ê LI KOBANÊ ÇI KIR, DEWLETA TIRK JÎ HEMAN TIŞTÎ LI BAKUR DIKE

Rojnameya Goteborg Posten jî nûçeyk li ser wehşeta dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê weşand. Di nûçeyê de endamê Navenda Çanda Demokratîk a Goteborgê Dennîs Ûzûner da xuyakirin, ku çeteyên DAIŞ'ê li hemberî gelê Kobanê kîjan komkujî kir, dewleta Tirk jî heman tiştî li hemberî gelê Cizîrê dike. Ûzûner diyar kir, ji ber qedexeya derketina derve mirov bêxwarin mane, sivîl tên qetilkirin û cîhan jî bi bêdengî li vê yekê temaşe dike.

DIVÊ YEKÎTIYA EWROPA ZEXTÊ LI TIRKIYEYÊ BIKE JI BO LI MASEYÊ VEGERE

Di nûçeyê de hat ragihandin, ku ji rêveberên Enstîtuya Pêşvebirin û Ewlekariyê Halîl Karavelî jî gotinên Ûzûner piştrast dike.

Karavelî got, "Wêne hene ku nîşan didin di avahiyan de sekvan hene û tank didin nava bajêr. Leşker yek bi yek dikevin malan û li ciwanên radîkal digerin. Xuya ye ev di bin kontrola PKK'ê de ne." Karavelî diyar kir, ji bo êrîşên li hemberî sivîlan bi dawî bibin û pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane were çareserkirin, divê Yekîtiya Ewropa zextê li Tirkiyeyê bike ji bo li maseyê vegere.

...