Hollaback, wê li Îzmîrê li hember tacîzê têbikoşe

Hollaback, wê li Îzmîrê li hember tacîzê têbikoşe

Hollaback, li hember tacîza cinsî ji Norwecê heta Alaska li 26 welatan xebatan dimeşîne. Hollaback'in Sîbek K. a li Îzmîrê di nav xebatên Hollaback de cih digire got ku di pêşketina tacîza cinsî de pareke mezin a pergalê heye û got, "Xebatên Hollaback ên bi rêya  telefon û înternetê hene. Kesên rastî tacîzê tên bi van rêyan dikarin di kêliyê de agahiyan bidin û bihêlin ku mudaxele bê kirin.”

Hollaback, hewl dide dawî li tacîza cinsî bê û asteng bike. Hollaback tevgereke ku ji aliyê aktîvîstên gerdûnî û herêmî pêk tê. Çarçoveya tacîza li kolanan xêz dike û li gor vê raya giştî agahdar dike. Ev tevgera ku stratejiyên afirîner û nû çêdike niha jî wê li Îzmîrê xebatan pêş bixe.

Em bi Sîbel K. a li Îzmîrê di nav xebatên Hollaback de cih digire re axivîn.

 LI 26 WELATAN XEBATAN BI RÊ VE DIBE

Sîbel K. diyar kir ku Hollaback di sala 2005'an de li Amerîka bi 4 jin û 3 zilaman re dest bi xebatê kiriye û “rêxistineke têkel” e. Sîbel K. got,  "Di destpêkê de di blogên xwe de çîrokên xwe parve dikirin. Piştî demekê wer dihizirin ku eger ev parvekirin di nav hev de bin wê li hember tacîzê ji bo hewldan bên kirin bi sûd bin. Rehberekê derdixin û dema kesek rastî tacîzê were divê çi bê kirin tevdigerin û di dawiyê e dibin komele. Bernameyên perwerdeyê derdixin. Ji Norwecê heta Alaska, li Afrîka jî bi çend welatan re li 26 welatan xebatan dimeşînin.”

KESÊN RASTÎ TACÎZÊ TÊN WÊ AGAHIYAN BIDIN

Sîbel K., da xuyakirin ku biryar dane li Îzmîrê jî xebatan bimeşînin û ji bo vê semîneran li dar dixin, her çend salan jî wê raporan pêşkeşî navenda Hollaback bikin.

Sîbel K. axaftina xwe wiha domand, "Em hewl didin malpereke ku em xebatên teknîkî bi rê ve bibin, pêş bixin. Wek merheleya yekemîn girîng e ku ev fikr bê dîtin. Bi rêya telefon û înternetê xebatên me hene. Kesên rastî tacîzê tên bi van rêyan dikarin di kêliyê de xwe bigihînin me û bihêlin ku mudaxele bê kirin. Bêguman li hember sewalan û gotinên nefret û nîjadperestiyê jî binesaziyeke vê heye, lê tacîza cinsî di asta pêş de ye.

'VEGOTINA ÇÎROKA XWE GIRÎNG E'

Sîbel K., da xuyakirin ku girîngiyê didin vegotina çîrokên kesên rastî tacîzê hatine û got, “Bi vî awayî wê bibe sedem ku di aliyê hestyariyê de xwe bihêz hîs bike.”

 'GOTINÊN DESTHILATDARIYÊ RÊ VEDIKIN'

Sîbel K. da zanîn ku di pêşketina tacîza cinsî de para pergalê mezin e û pirsgirêk ji bo jinan gerdûnî ye. Sîbel K. got,  "Li Tirkiyeyê rayedarên hikûmetê bi awayekî zêde gotinên dijberî jinan bi kar tînin. Gotinên Erdogan, Davutoglu û Arinç divê ji şexsî zêdetir bi giştî em bigirin dest. Divê li ser bingeha zîhniyetê bê destgirtin.

'MEDYAYA KARTEL A ALÎGIR ACÎZE DIKE WEK MIJARA TEMAŞEKIRINÊ!'

Sibel K., da xuyakirin ku medyaya kartel a alîgir bi taybet di rojnameyên înternetê û di malperan de dema jinek rastî tacîzê tê hê zêdetir rewşa wê ya mexdûrbûnê nîşan dide û bi vî awayî di çêkirina zimanê zilam de pirsgirêkê didomîne.

Sîbel K. di dewama axaftina xwe de got ku wê bi jinên rastî tacîza cinsî tên re li gor daxwaza wan bi wan re bibin alîkar, teşhîrkirin,  vekirina dozê an jî cezakirina bi rêbazên cuda û hwd. wê nêrîna jinê esas bê girtin.

Sîbel K got, “Zilam jî dikarin tevlî xebatan bibin. Ne wek temaşevan an jî alî; bi diyarkirina aliyê xwe dikare tevlî piştevaniyê bibe."

'JINA KURD ÎLHAMÊ DIDE’

Sîbel K. da xuyakirin ku rêxistina jina Kurd a li Tirkiyeyê îlhamê dide û wiha dewam kir, "Jinên Kurd ji bo her xebata li Tirkiyeyê bê kirin îlhamê didin. Bi îradeya xwe ku derketin holê hêviyan didin. Mînakên wek Dayikên aştiyê, Dayikên Şemiyê  xwezî zêdetir bûna.”