Yekitiya Hiqûqnasên Gelên Navnetewî (IAPL) qetilkirina 3 siyasetmedarên kurd şermezar kirin û bang kirin ku bila aktîvîstên kurd krîmÎnalîze nekirn û weke terorîst bi nav nekin.
IAPL daxuyaniyek dan û komkujiya Parîsê weke ‘kuştineke hovane’bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku tevgera azadiya kur dj aliyê DYA, YE û welatên dagirker ve tên krîmînalîzekirin û hat diyar kirin ku ev tevger ji bo azadiya gelên kurd têdikoşe û hat xwestin ku dawî li krîmînalîzekirina aktîvîstên kurd bînin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyar kirin ku qetilkirina 3 siyastmedarên kurd di vê pêvajoyê ku ji bo aştiyê muzarekere tên kirin de gelek bi êşe û wiha got: “Em piştgiriyê didin têkoşîna demokrasiyê ya li dij feodalîzm û qedera kurdan ya ku bi xwe tayîn dikin. Divê piştgiriya ji bo van hewldanan zêde be.
Qetilkirina aktîvîstên kurd, organîzasyonên kurdan bi terorîzmê sûcdakirin û girtina rêveberan li dij geşedanane.” Di daxuyaniyê de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Adem uzun û hemû siyasetmedarên kurd bên berdan. Her wiha bang li raya giştî ya navnetewî hat kirin ku bila mafên gelê kurd bê nasîn.