Komeleya Hiqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê ya Ewropayê (ELDH), Parêzerên Ewropî (AED) û Yekîtiya Hiqûqnasên Ceza ya Îtalyayê li ser çavdêriyên xwe yên di dema ziyareta li navçeya Amed Sûrê de, ku zêdeyî 2 meh in derketina derve lê qedexe ye, daxuyaniyek weşandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, bi deh hezaran mirovên li 6 taxên Sûrê, ji ber qedexeya derketina derve nêzî 2 meh in ji cîhana derve qut in û hat gotin, "Mafên perwerde, tenduristî û azadiya gerê tên binpêkirin. Xanî ji aliyê leşkeran ve hatin hilweşandin û xetên av û elektrîkê hatine birîn. Der barê qedexeya derketina derve de mirov bi têrkerî nayên agahdarkirin û nayê zanîn bê kengî destpê dike û kengî diqede. Lewma gelek zarok û ciwanên haya wan ji qedexeyê nînin, ji aliyê sekvanan ve hatin kuştin."
ELDH da xuyakirin, mirovên li bajarên Kurdistanê ji pêdiviyên bingehîn ên mîna av, xwarin û dermên bêpar in û da zanîn, li Sûrê 22 hezar kesî malên xwe terikandine. Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin, li cihê derketina derve lê qedexe ye destûr nayê dayîn mirov ji malên xwe derkevin û hat gotin, "Derketina ji malên xwe, bi tenê di demên gelekî kêmdîtî yên rakirina qedexeyê de destûr tê dayîn. Lê ev destûr jî bi biryara fermandarên artêşê ve girêdayî ye."
'ÇAVDÊR NÎNE; DEWLET HER KESÊN DIKUJE WEKE TERORÎST ÎLAN DIKE'
ELDH diyar kir, bi ti awayî destûr nayê dayîn mirovên ne ji Sûrê ne bikevin nava taxan, ev yek pirsgirêke cidî ya zelaliyê derdixîne holê û hat gotin. "Nayê hiştin aktorekî bê alî yan jî navneteweyî biçe herêmê û bibîne bê rewş çi ye. Di vê rewşê de kes nikare delîlan berhev bike, tevlî otopsiyan bibe. Bi vî rengî dewlet bi hêsanî ji kesên dikuje re dibêje 'her kesên hatine kuştin terorîst in' an jî 'ji aliyê terorîstan ve hatine kuştin'."
Di daxuyaniyê de hat bibîr xist, ku hikûmeta AKP'ê bi 'kuştina bi sedan şervanan' re pesnê xwe dide û dewlet hat rexnekirin ji ber ku sivîlên di nav de zarok jî hene yên hatine kuştin, nayê kirin. Hat ragihandin, ku mirovên tên kuştin li naverastê tên rizandin û destûr nayê dayîn ku werin defnkirin.
QEDEXEYA DERKETINA DERVE LI DIJÎ QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ YE
ELDH da zanîn, cihê qedexeya derketina derve ne di nava hiqûqa Tirkiyeyê, ne jî di nava hiqûqa navneteweyî de heye û diyar kir, hikûmeta Tirk rewşa awarte ya ji bo qedexeya derketina derve pêwîst e, ranegihandiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, aliyê Tirkiyeyê li gorî peymanên mafên mirovan ên bi xwe mora xwe daniye binî, tevnagere.
Di dewama daxuyaniyê de hat argihandin ku di serdana Amedê de hevdîtin bi parêzer, doktor û rêveberiyên şaredaryên DBP'yî re hevdîtin hatine kirin û li ser rewşê agahî hatiye stendin.
Parêzerên Ewropî herî dawî bang li aliyan kir û gotin:
"Em bang li hikûmeta Tirk dikin bi lezgînî van qedexeyên derketina derve yên li dijî hiqûqê ne rake û li gorî angajmanên navneteweyî tevbigire.
Em ji saziyên Ewropî dixwazin ji bo dawî li vê trajediya însanî bînin çi ji destê wan tê bikin; peymana Yekîtiya Ewropa-Tirkiye ya li ser bisînorkirina penaberan, bêdengiya Yekîtiya Ewropayê li pêşberî bûyerên li Amed, Cizîr û herêmên din diqewime, mafdar nake.
Em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin, ku ji ber nebaşbûna rewşa sivîlan a ji ber qedexeya derketina derve, Konseya Ewlekariyê li hev bicivîne."