Şewba vîrûsa korona (Covîd-19) kêlî bi kêlî belav dibe. Rayedarên dewleta Tirk hîn hejmara rastî eşkere nekiribin jî tê gotin ku bi sedan kesî ji ber vîrûsa koronayê serî li nexweşxaneyan dane. Di daxuyaniya fermî ya êvara Sêşemê de hatibû ragihandin ku kesekî ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest da.
Yek ji welatên ku vîrûsa koronayê bandora herî giran lê kir Îran e. Îranê bi şertê kontrola edlî bi deh hezaran girtî û hikumxwar bi rengekî demkî berda.
Li Tirkiyeyê hikumetê hîn gaveke bi vî rengî neavêtiye. Raya giştî û hiqûqnas hişyar dikin ku eger vîrûs bigihêje girtîgehan wê felaketeke mezin rû bide û dixwazin girtî û hikumxwar bi şertê kontrola edlî bên berdan.
LI GIRTÎGEHAN RÎSK MEZIN E KU VÎRÛS BELAV BIBE
Hiqûqnas Feyzî Çelîk di vê mijarê de bal kişand ser biryara rêxistina tenduristiyê ya cîhanê. Çelîk anî ziman ku bi biryara navborî re karê darizandinê bi temamî hatiye rawestandin û got, "Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku ev yek pandemî ye. Yanî ev nexweşî di asta global de belav dibe. Derzî û dermanê li dijî wê hîn nehatiye peydakirin. Li deverên girtî yên mîna girtîgehan rîsk mezin e ku belav bibe. Kesên girtî dikarin bixwazin ku bi kontrola edlî bên berdan."
Çelîk bi dewamî got, "Hikumxwar jî ji ber tenduristiyê dikarin daxwaza taloqkirina ceza bikin. Ev yek xwe dispêre Destûra Bingehîn. Li gorî xala 56/1 a Destûra Bingehîn 'Mafê her kesî ye ku li cihekî bi tenduristiyeke baş bijî'. Dewlet neçar e di vê mijarê de derfetên pêwîst biafirîne. Biryara pêşniyarkirinê ya HSK'ê ji bo rawestandina darizandinê jî heye."
Feyzî Çelîk di vê çarçoveyê de xwest bi rengekî lezgîn girtî û hikumxwar bên berdan.
GEF LI MAFÊ JIYANA BI TENDURISTIYEKE BAŞ TÊ XWARIN
Hiqûqnas Cemîl Demîr jî bi bîr xist ku çend salên dawî hejmara girtiyan gelekî zêde bûye û girtîgeh jî di ser kapasîteya xwe re tijî ne.
Demîr diyar kir, li gel pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehan, her wiha deverên nepaqij in û got, "Gefeke mezin li mafê jiyanê yê tenduristiyeke baş a girtiyan tê xwarin. Lewma heta niha çareseriyeke bingehîn ji pirsgirêka girtiyên nexweş re nehatiye peydakirin. Gelek nexweşan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan."
Demîr destnîşan kir ku bêdengiya desthilatdariya siyasî li pêşberî şewba vîrûsa koronayê nayê qebûlkirin û got, "Divê bi rengekî lezgîn çareseriyek bê peydakirin. Yekane çareseriya gengaz jî ew e ku efûyeke giştî ya mayinde bê ragihandin ya jî bicihanîna ceza ji bo demekê bê taloqkirin. Çareseriya ji bo kesên girtî hêsantir e. Bi hinceta vîrûsa ku gefê li mirovahiyê dixwe, girtî divê tavilê bên berdan. Yan jî bi şertê kontrola edlî tavilê bên berdan. Ji ber ku pêşberî me rewşeke xwezayî heye ku gefê li tevahiya mirovahiyê dixwe."