Hiqûqnas: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye

Hiqûqnas: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye

Hiqûqnasan diyar kirin ku, geşedanên di derbarê pêvajoya çareseriyê de  divê li gorî hiqûqê bidome. Prof Dr Mîthat Sancar û Prof Dr Îbrahîm Kaboglu  destnîşan kir ku, hem aliyê vekişînê û hem jî ji bo hemû pêvajoyê  pêwistî bi sererastkirinên qanûnî heye.

Pisporên hiqûqê Mîthat Sancar û Îbrahîm Kaboglu diyar kirin ku, divê pêngavên derbarê pêvajoya çareseriyê de li gorî esasê hiqûqê bên dest girtin. Sancar got; Divê Meclis bikeve dewreyê. Kaboglû jî got; Mekanîzmaya biryarê dide şer, dikare bide aştiyê jî.

SANCAR:JI BO HEMÛ PÊNGAVÊN PÊVAJOYÊ ZEMÎNA QANÛNÎ PÊWISTE

Sancar  diyar kir ku, nîqaşên derbarê pêvajoyê de, tenê bi vekişînê sînorkirin ne raste û ne tenê ji bo vekişînê ji bo hemû pêngavan pêwîstî bi sererastkirina qanûnî heye.

Sancar jî got pêvajoya çareseriyê divê bi giştî bê nîqaşkirin û got, nîqaş bi vekişînê sînorkirin, ne raste.

SERERASTKRINA QANÛNÎ BO HEMÛ PÊVAJOYÊ HEWCEYE

Sancar destnîşan kir ku, sererastkirina qanûnî ji bo hemû pêvajoyê divê hebe û wihagot: “Qanûn an jî ketina dewrê ya Meclisê ji bo hemû pêvajoyê girînge. Niha tenê ji bo vekişînê sererastkirina makeqanûnî di warê teknîkî de dê tengasiyan derbixe. Divê li gorî pêngavên pêş jî hinek sererastkirin bê kirin.”

Sancar got avakirina komîsyona ‘aqilmendan’ bi qanûnê û bi  kîjan rayeyan tê ava kirin, girînge û got: “Ger aqilmend li xwedî mafekî qanûnî bin, wê demê  şopandin û çavdêrî ji aliyê komîsyonê ve mumkune.  lê divê Meclis bikeve dewrê.”

DIVÊ LI HEV BIKIN

Sancar got pêvajo, pêvajoyeke  muzakereyê  ye û got: “Ger her du aliyan li hev bikira dê nêrînên cuda derneketiba. Divê ev fikir û raman di xalekî de li hev bikin. Dibe ku hinek daxuyaniyên tevgera Kurd bi yên hikûmetê re ne yek be.  Lê ev pêvajoya muzakereyê ye. Mutabakatek rêgezî hatiye avakirin. Di nameya Ocalan ya Newrozê de tê fêm kirin. “

MAYÎNDEBÛN BI SERERASTKINÊN QANÛNÎ PÊKANE

Kaboglu diyar kir ku, hikûmet nêzî sererastkirinên qanûnî nabe û lê hewcedarî bi pêkanîneke wisa heye. Kaboglu wih agot: “Divê meclis bikeve dewrê. Ji bo mayîndebûna pêvajoyê sererastkirina qanûnî hewceye. Ger sererastkirineke wisa tunebe, sibê ger rewş biguhre, wê demê ewlehiya vana namîne.  Mijara aqilmendan jî divê di warê hiqûqî de bê dest girtin. Behsa aqilmendan tê kirin; ev dê biaxivin, hinek çalakiyan pêk bînin.. di mijareke wisa girîng de, mijareke weke aştiya Tirkiyeyê de kesên peywirê bikin divê  ji bo wan zemîneke qanûnî bê avakirin. Li şûna avakirina Aqilmendan bila koma şopşandinê bê avakirin.”