Hiqûqnas: Bila siyasetmedarên Kurd ji xala 129b neyên darizandin

Parêzerên 8 siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Edaletê kirin û jê xwest, ku destûra taybet a darizandina siyasetmedarên Kurd ji xala 129b, betal bike.

Parêzerên 8 siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne, daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Edaletê kirin û jê xwest, ku destûra taybet a darizandina siyasetmedarên Kurd ji xala 129b, betal bike.

Parêzeran dan xuyakirin ku ji bo lêpirsîn ji xala 129b bê vekirin pêwîstî bi destûra taybet a Wezareta Edaletê heye û anîn ziman ku ji ber dayîna vê destûrê, girtin ji ber vê xalê pêk hatine û darizandin di vê çarçoveyê de tê kirin.

Di daxwaznameya bi mora parêzeran de bi berfirehî rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê hat nirxandin û hat bibîrxistin, ku ji dema avabûna Komara Tirkiyeyê û vir ve nasnameya Kurd tê înkarkirin, navê cih û warên Kurdan, gund û bajaran bi armanca Tirkkirinê hatine guhertin û polîtîkaya asîmîlasyonê hatiye meşandin.

Di daxwaznameyê de komkujiyên ku weke mîrateyeke çandî di hişê civaka Kurd de nifş bi nifş bi cih bûne hatin bibîr xistin û hat ragihandin ku bi tenê di komkujiyên li Dêrsimê yên navbera alên 1937-38'an de 50.000 sivîl hatine qetilkirin.

Parêzeran dan zanîn ku hesab ji berpirsyarên komkujiyan nehatiye pirsîn û bi darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'ê re mafên mirovan ên li Kurdistanê hatiye binpêkirin. Parêzeran hovîtiya li zînadana Amedê bibîr xist ûdestnîşan kir ku berxwedana çekdarî ya bi pêşengiya PKK'ê di sala 1984'an de destpê kir, ji aliyê serokkomarekî berê yê Tirkiyeyê ve weke 'îsyana 29.' hatiye pênasekirin.

Parêzeran diyar kirin ku divê şîdeta dijber, bi nirxandina piştperdeya wê re bê analîzkirin û dan xuyakirin ku hevdîtinên aştiyê yên navbera hikûmeta Tirk û PKK'ê yên weke 'Pêvajoya Oslo' hatin pênasekirin, di havîna 2011'an de bêyî encamek jê derkeve bi dawî bûne. Hat ragihandin ku bi girtina siyasetmedar, rojnamevan û hiqûqnasan re di heman demê de şer dewam kiriye û hat destnîşankirin ku di dawiya sala 2012'an de Ocalan ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê bide destpêkirin nameyek ji Erdogan re şandiye û gotiye 'Divê ne çek, siyaset derkeve pêş'.

Di daxwaznameyê de hat ragihandin ku qetilkirina sê siyasetmedarên Kurd li Parîsê ji aliyê MÎT'ê ve, nekariye PKK'ê ji vê rê derxîne û bal hat kişandin ser Mutabaqata Dolmabahçeyê ya ji 10 xalan. Parêzeran dan zanîn ku tevî hemû hewldanên PKK'ê yên ji bo çareseriyê jî Erdogan di 07.06.2015'an de bi înkarkirina pirsgirêka Kurd re ev pêvajo sekinandiye.

Di dewama daxwaznameyê de êrîşên DAIŞ'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, bi taybetî li Şengal, Kobanê, Kerkûk û Mexmûrê hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku yên gel parastin û rizgar kirin hêzên Kurd HPG û YPG/YPJ ne. Di daxwaznameyê de cih ji van gotinên Serokwezîrê Iraqê re hat dayîn: 'PKK'ê weke saziyên alîkariyê yên navneteweyî gelê sivîl parast. Ji ber vê yekê ez spasiyên xwe pêşkêş dikim.'

Parêzeran bal kişandin ser pêvajoyên hilbijartinê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ku ji ber êrîşên bombeyî û çekdarî yên li dijî HDP'ê, bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan û terora dewleta Tirk a di nava 2 mehên dawî de bi qedexeya derketina derve li bajarên Bakurê Kurdistanê dimeşîne hat bibîrxistin.

Hat destnîşankirin ku zext û zordariya dewlet li gelê Kurd dike, dibe sedem ku tevgerên mîna DAIŞ'ê bi hêsanî karibin tevbigerin û şer bikin.

Parêzeran diyar kirin ku ji ber sedemên li jorê hatine ragihandin, ragiritna PKK'ê di nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' û vekirina dozên li hemberî Kurdan li Elmanyayê, bi ti awayî nayê fêmkirin. 

Parêzeran destnîşan kirin, ku divê êdî Elmanya bi xurtkirina Erdogan re dest ji mezinkirina pirsgirêkê berde û got, "Girîng e Elmanya bibe parçeyek ji çareseriyê. Em dixwazin ku fermana girtina bi îdîaya terorîzmê, bê rakirin."