Hindistan pergala xwe ya tenduristiyê li dijî şewbê amade dike

Hindistan tevdîrên xwe yên li dijî pandemiya vîrûsa korona zêde dike. Lê belê sîstema wê ya tenduristiyê cihê fikaran e.

Hindistan ku bi nifûsa xwe ya bi 1 milyar û 350 milyon mirovî piştî Çînê duyemîn welatê herî qelebalix ê cîhanê ye, li dijî şewba vîrûsa korona dest bi wergirtina tevdîran kir. Li Hindistanê het adoh 142 kesên bi vîrûsa Covîd-19 hatibû tespîtkirin. 3 ji kesên bi vîrûsê ketin jiyana xwe ji dest dan.

Li Hindistanê ku bi sedan milyon mirov di rewşeke xizan de ne û li gelek herêman şertên bingehîn ên tenduristiyê jî nînin, tê zanîn ku pergala xwe ya tenduristiyê têrker nîne. Li dijî belavbûna şewba Covîd-19 li Hindistanê amadekarî dewam dikin. Mîna 'bombeyeke li ber teqînê' şewb gefê li Hindistanê dixwe.

ZÊDEYÎ MILYONEK TEST HATIN KIRÎN

Li welêt li dijî belavbûna vîrûsê kampanyayên agahdarkirinê didomin. Li gelemperiya welêt hejmara testên ku hatibin kirin 6 hezar test jî bin di vê mijarê de li gorî welatên din karekî berfireh tê kirin.

Li Koreya Başûr ku vîrûs heta niha lê gelekî belav bûye 200 hezar test hatin kirin. Li Îtalyayê 20 hezar, li Fransayê 12 hezar test hatin kirin. Tê gotin ku li Hindistanê heta niha 150 hezar test stokirî ne.

Her wiha tê gotin ku li dijî rîska belavbûna şewbê daxwaza kirîna milyonek testan hatiye kirin.