Hîndekaran jî rektorê qeyûm şermezar kirin
Tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP'î ji bo rektoriya Zanîngeha Bogazîçî, ji aliyê hîndekaran ve jî hate şermezarkirin.
Tayînkirina Melîh Bûlû yê AKP'î ji bo rektoriya Zanîngeha Bogazîçî, ji aliyê hîndekaran ve jî hate şermezarkirin.
Melîh Bûlû yê AKP'î bi biryarnameya Serokkomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçî weke rektor hatibû tayînkirin. Çalakiyên şermezarkirina vê yekê dewam dikin.
Hîndekarên Zanîngeha Bogazîçî, bi cibeyê xwe tevlî merasîma dewrgirtin-radestkirinê ya li kampusa zanîngehê bûn, pişta xwe dan avahiya rektoriyê û xwepêşandaneke şermezarkirinê li dar xistin.