Hilweşandina ekonomîk didome: Ji sedî 9,9 biçûk bû

Hilweşandina ekonomiya Tirkiyeyê didome. Di 3 mehên dawîn de ekonomî ji sedî 9,9 biçûk bû.

Li Tirkiyeya ku desthilatdariya AKP û MHP’ê wê bi rê ve dibe, hilweşandina di warê ekonomîk de didome.

Saziya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TÛÎK) hejmarên mezinbûna 3 mehên dawîn diyar kir. Di 3 mehên dawîn de ekonomî ji sedî 9,9 biçûk bû.

Li welat senayî ji sedî 16,5, înşaat ji sedî 2,7, xizmet ji sedî 25, xebatên pîşeyî, îdarî û piştgiriyê ji sedî 16,5, rêveberiya cemaweriyê, perwerdehî, tendirustiya mirovan û xebatên xizmeta civakî jî ji sedî 2,4 kêm bûn.

Îthalat ji sedî 6,3, îxracat jî jî sedî 35,3 kêm bû.

Ligel ku tê zanîn desthilatdarî bi daneyên TUÎK’ê dilîze jî, hilweşandina ekonomîk nayê veşartin.