‘Hilweşandina bingeha destpot di destê hilbijêrên li Ewropa de ye'

Li Ewropa xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinan bênavber didome. Li Arnhemê civîna gel hate lidarxistin û qala girîngiya dengên hilbijêrên derveyî welat hate kirin.

Xebatên HDP’ê yên ji bo hilbijartinên zordest ên di 24’ê Hezîranê li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk were didomin. Li bajarê Arnhem ê Hollandayê têkildarî rojeva hilbijartinê civîna gel hate lidarxistin û endama Lijneya Rêveber a HDP’ê Zarîfe Atik weke axaftvan beşdarî civînê bû. Atîk bal kişand ser girîngiya dengên derveyî welat û wiha got; “Bêguman hilweşandina bingehê vê destpotê di destê hilbijêrên li Ewropa de ye û em dikarin vêya bi ser bixin. Em ji her demên din bêhtir nêzî serketinê ne. Ji bo vê jî divê em kesên li derdora xwe îqna bikin û wan bibin ser sindoqan.”