BI DÎMEN

Hilbijêrên li Swîsreyê ji bo bibêjin ‘NA’ berê xwe didin sindoqan

Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Swîsreyê, ji ber ku dawiya hefteyê ye berê xwe didin sindoqan. Hilbijêr li ber navendên dengdayînê dorên dirêj pêk anîne û gelek kes wê dengê ‘Na’yê bidin.

Hilbijêrên ku li Ewrûpayê ji bo referandûma 16’ê Nîsanê diçin ser sindoqan û dibêjin NA. Hilbijêrên ji Kurdistan û Tirkiyeyê yên li Zurîhê, ji ber ku dawiya hefteyê bû berê xwe dan navendên dengdayînê yên li Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Bernê û Konsolosxaneya Tirkan a li Cenevreyê. Piştî saetên sibehê li ber van cihan dorên dirêj pêk hatin.

 

 


Piraniya hilbijêrên ku diçin ser sindoqên li sê navendan hatine danîn, dengê NA’yê didin. Hilbijêrên li ber deriyê konsolosxaneyê di axaftinên xwe de qal dikin ku, Serokwezîrê Tirk Erdogan Tirkiyeyê yekser dibe ber pergaleke dîktatoriyê.


Hilbijêr diyar dikin ku, Erdogan û rejîma AKP’ê gel û baweriyên cihê yên li welat bin pê dikin, tenê ji bo alîgirên xwe siyasetê dikin û hilbijêr bal dibin ser vî tiştî ku, di vê pêvajoyê de divê her kes peywira xwe bi cih bîne û helwesta xwe wekî ‘NA’ diyar bike.