BI DÎMEN

Hilbijêrên li Swîsreyê bang kirin: Divê em pêşî li faşîzmê bigirin

Hilbijêrên ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Swîsreyê çûn ser sindoqan, li dijî dîktatoriyê bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan û dengê NA bidin.

Dengdana li Ewropayê dewam dike. Hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Swîsreyê dijîn, li Konsolosxaneya Tirk a li Zurîchê, Konsolosxaneya Tirk a li Cenevreyê û Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Bernê dengê xwe didin.

DENGÊ NA LI PÊŞ E

Xebatkarên Platforma NA ya Swîsreyê diyar kirin, hilbijêr hê di asta tê xwestin de neçûne ser sindoqan û destnîşan kirin, ku ji sedî 70 ê hilbijêrên çûne ser sindoqan dengê NA dane.

Hilbijêrên li Konsolosxaneya Tirk a li Cenevreyê dengê NA dan, li dijî dîktatoriyê bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

ONDER CÎLTENLÎ: JI BO MIROVÊN BI SAXÎ HATIN ŞEWITANDIN NEYÊN JIBÎRKIRIN MIN DENGÊ NA DA

Onder Cîltenlî piştî ku dengê xwe da ji ajansa me re axivî û anî ziman, ku wî dengê NA daye. Piştre wêneyên bajarên Bakurê Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine şewitandin û xerakirin nîşanî me da û qala sedema dengê xwe yê NA kir:

"Bila her kes li van bajarên hatine xerakirin baş temaşe bike. Ev der ne Iraq e, ne Afganîstan e, ne Sûriye ye, ne Pakîstan e. Ev der bakurê Kurdistanê ye. Cizîr e, Nisêbîn e, Sûr e. Min li van deveran temaşe kir û dengê NA da. Parlamenterên me, Hevserokên me di girtîgehê e ne. Ji bo wan min dengê NA da. Ya herî girîng jî, ji bo canên me yên di jêrzemînan de bi saxî hatin şewitandin, ji ew neyên jibîrkirin min dengê NA da. Li dijî dîktatoriyê min dengê NA da."

MELEK CÎLTENLÎ: MIN DENGÊ NA DA, JI BER KU EZ KURD IM

Melek Cîltenlî jî piştî dayîna dengê xwe, ji me re axivî û got, wê dengê NA daye. Ji bo sedema dayina dengê na jî got, "Min got NA, ji ber ku ez Kurd im."

HUSEYÎN TORÛN: JI BO PÊŞÎ LI FAŞÎZMÊ WERE GIRTIN, MIN DENGÊ NA DA

Huseyî Torûn jî diyar kir, wî dengê NA daye û bang li her kesî kir, ku dengê NA bide. Torûn got, "Ji bo pêşî li dîktatoriyeke faşîst a li Tirkiyeyê bê girtin, min dengê NA da" û anî ziman, Erdogan dixwaze, rejîma xwe ya şexsekî li dijî gelê Kurdistan û Tirkiyeyê qanûnî bike. Torûn bang li hilbijêrên li Ewropayê kir, ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin: "Pêwîste em vê firsenda ketiye destê me nerevînin. Divê em biçin ser sindoqan û bi dengê NA pêşî li dîktatoriyê bigirin. Naxwe, dibe ku gelekî dereng bibe ji bo me."

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Salîh Saglam û ji Nûnerên HDP'ê yên li Cenevreyê Ramazan Tûtar ji me re axivîn û anîn ziman, ku hilbijêr di asta tê xwestin de hê neçûne se sindoqan Saglam û Tûtar, li dijî dîktatoriyê bang li her kesî kir, ku biçin ser sindoqan û dengê NA bidin.