Hilbijartinên herêmî di 30'ê Adarê de ne

Hilbijartinên herêmî di 30'ê Adarê de ne

Desteya Hilbijartinê ya Bilind da xuyakirin ku hilbijartinên herêmî di 30'ê Adarê de ye. Karmendên dixwazin bibin namzet, divê heta 1'ê Kanûnê saet di 17.00 de ji wezîfeyên xwe îstifa bikin.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind, der barê bernameya hilbijartinê de daxuyaniya yekemîn da. Li gorî vê yekê, dê hilbijartinên herêmî di 30'ê Adara 2014'an roja Yekşemê bê lidarxistin. Karmendên dixwazin bibin namzet jî divê heta 1'ê Kanûna 2013'an roja Yekşemê saet 17.00 de ji wezîfeyên xwe îstifa bikin.

Li gorî biryara di Rojnameya Fermî de hat weşandin, dadger û dozger, endamên navgînên dadgeriyê yên bilind, hîndekarên li saziyên hîndekariya bilind, endamên desteya hîndekariya bilind, desteya bilind a radyo û televîzyonê, wezîfedarên di statuya karmenên sazî û dezgehên dewletê de ne, endamên hêzên çekdarî yên tirk (sûbay û astsûbay), serok û endamên partiyên siyasî yên bajar, navçe û bajarokan, wezîfedarên li saziyên dewletê, saziyên pişeyî, sendîka, bankayên gelemperiyê yên dixwazin bibin namzet, divê herî dereng heta 1'ê Kanûna 2013'an Roja Yekşemê saet di 17.00 de ji wezîfeyên xwe îstifa bikin."

Yên ku bi dayîna daxwaznameyên teqawîtbûna ji wezîfeya xwe ya gelemperiyê re dixwazin bibin namzet jî, divê herî dereng heta 1'ê Kanûna 2013'an Roja Yekşemê saet di 17.00 de daxwaznameyan pêşkêş bikin.

Endam û Serokên Desteya Rêveberiya Partiyên Siyasî yên Bajar, Navçe û Bajarokan ên dixwazin li cihê wezîfe kirine bibin namzet, divê herî dereng heta 1'ê Kanûna 2013'an saet di 17.00 de îstifa bikin.