Hilbijartin û buldozera AKP'ê - Sirri Sureyya Onder
Endamê heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, Parlamenterê Stenbolê û namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re nivîsand.
Endamê heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, Parlamenterê Stenbolê û namzetê parlamenteriyê yê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, pêvajoya hilbijartinê ji ANF'ê re nivîsand.
Demsala hilbijartinê bi senaryoyê tê zanîn re destpê kir. Partiya li desthilatdariyê hîn bêhtir xwe li argumanên neteweperestî û dewletperestiyê digire; li xeleka her kesên li derveyî xwe 'xayin' îlan dike derdorên nû tên zêdekirin, gotina 'krîz' jî bi zanebûn tê bilêvkirin. Têgîna 'aramî' ku Noam Chomsky û gelek ramangerên din jî dibêjin, ev têgîn yek ji girîngtirîn argumanên hikûmetan e, bi lez û bez li rojevê hat bicihkirin.
Mîna ku bilêvkirina têgînên aramî û krîzê li gel hev bi têra xwe ne tirsnak e, bi bultenên nûçeyan ên ku bi zimanekî Desteya Ewlekariyê Milî hatine amadekirin re, dor li me hatiye pêçandin. Dewlet û hikûmet ji dil naçin ser sindoqan, lê li hemberî van jî gel bi dilxwaziyeke mezin dixwaze biçe ser sindoqan. Em rewşeek bi vî rengî ya ji hev nakok dijîn. Di ser rre, bi 'Qanûna Ewlekariya Hundir' re em dibînin ku dewlet dixwaze vê nakokiya heyî kûrtir bike. Buroyên hilbijartinê yên bi keviran rastî êrîş tên, alên partiyê yên tên şewitandin, navendeke giştî ya rastî êrîşa çekdarî hat an jî jineke ciwan a ku ji aliyê komeek mêr ên dibêjin ji malbata wê ne hat aforozkirin. Bi van hemû qewimîn û nîşaneyan re, pênaseya şahiya demokrasiyê nikare bi hêsanî ji bo hilbijartinê were bikaranîn.
Li aliyê din em bi pirsên ku her kes bi israr dixwazin bipirsin re li ber xwe didin.
Yek: Partiya Demokratîk a Gelan çima weke partî tevlî hilbijartinê dibe?
Nîqaşa li ser tevlîbûna weke partiyê li hilbijartinan a partiyeke ku girseyî bûye û namzetê wê di hilbijartinên Serokkomariyê de bi qasî rêjeya ji sedî 10'an deng wergirtiye, nîqaşek li ser rewatiya bendê û nerewatiya partiyekê ye. Di vê çarçoveyê de, bi dîtina min meşandina vê nîqaşê mîna şaşfêmkirin û şaş vegotina sedema avabûna HDP'ê û sedema destekkirina hêzên demokrasiyê, tê dîtin.
Pirsa duyemîn jî ev e: Eger hûn bendê derbas nekin, hûn ê welêt parçe bikin?
Bi qasî ku strana bi Kurdî çêbike, me partiya li desthilatdariyê bi pirsgirêka Kurd re dan naskirin, her çiqas di nava wan de hin hebin ku di asta înkarê de ne. Lê belê bi avakirina HDP'ê re me îspat kir ku der heqê zêdeyî pirsgirêka Kurd gotina me heye. Dibe ku ev hilbijartin bibe nîşaneya herî şênber a vê yekê. Yên ku DBP'ê ji ber bûye partiya herêman rexne kirin, niha radibin HDP'ê jî ji ber bûye partiya Tirkiyeyê rexne dikin. Diyare em hin tiştan rast dikin; diyare hinek me dişopînin, fêm dikin û hêviyên xwe ji me hene. Şukir ji Xwedê re dema em li Tirkiyeyê dinêrin, em nexşeyeke li ser parçebûna axê ya ku li dîwarên dibistanên seretayî hatiye daliqandin nabînin, em rûyên mirovên bi hev re dijîn dibînin. Pirsa li ser hêviya aştiyê ya mirovên ji bo jiyaneke bi hev re û aştiyê vînê nîşan didin, divê ne li me, li yên aştiyê naxwazin were pirsîn. Dibe ku wan ji bo vê aştiyê bi salan red kirine, çareseriyeke haya me jê nîne, peyda kiribin.
Dema em pirsên klîşe derbas dikin, hingî pirsên rasteqîn derdikevin pêşiya me:
Hûn der heqê van hilbijartinan de çi difikirin, bi dîtina we ji bo demokrasiyê dikare bibe hêviyek?
Li ber çavan e ku em ne partiyeke hêviya xwe ji mirovan nîne ye. Li ber çavan e ku em partiyeke ku hêviya mirovan jê heye. Dîsa jî ev nayê wê wateyê ku em sîstema gelek neyîniyan tine hihesibîne û înkar dike, nabînin. Têkiliya di navbera civak û dewletê de, bi qasî ku tê texmînkirin qewîn û xurt nîne. Ji bilî gotina dewletparêziyê ya civakê bi deyn û xercê mûxtac dike û ji bilî kûrkirina mêtîngeriya kapîtalîzmê, di navbera civak û dewletê de ti girêdanek nîne. Ji rêwîtiya mirovan a rêvebirina xwe û bajarê xwe re me got demorkasiya radîkal û me ji van têkiliyên li ber qutbûnê ne bawer kir, bawer dikin. Ya ku em behsa wê dikin, sîstemeke ku dewlet û polîtîkayên dewletê li şûna wergirtinê vediguhere xizmeta dayînê, însiyatîfên civakî di diyarkirina pêwîstiyan de ji sîsarkên didin dû îhaleyan bêhtir bi bandor e.
Ji ber ku li Tirkiyeyê niha mirov tengav bûne. Li hev çûn û hatina navbera banka û daîreyên bacê de, mirovan bextewar nake. Gelek nîşaneyên weke kêmbûna kalîteya xizmetê ya li nexweşxaneyên dewletê, zêdebûna pêwîstiya sîgortaya taybet û tedawîbûna li nexweşxaneyên taybet, tabloyeke ku li dijî welatiyan dixebite nîşan didin. Di vê tabloya bi temamî radestî kargehan hatiye kirin de dewlet bi temamî tembeş bîue Dewlet di rewşeke welê de ye ku nikare bersivê bide pêwîstiyên bingehîn ên civakê. Polîtîkayên civakî, ji bilî çareseriyên demkurt, tiştekî pêşkêş nakin.
Di vê tabloyê de aşkera ye ku li aliyê dewletê hêviyek dernakeve holê, di ser re hilweşîneke cidî jî tê jiyîn. Stratejiya neolîberal û otorîteriya polîtîkayê ya kevneşopiya AKP xwe dispêrê, vê yekê bi awayekî zelal radixe pêş çavan. Parastineke desthilatdariyê ya daketiye asta "Eger dîktatorî hebûya weyê karîbûna ew rojname biweşanda, weyê karîbûna ew tweet binivîsandina" pêşkêşî bazarê hatiye kirin. Parastineke xwedî gefeke nixumandî ye. Dixwazin bêjin 'qîma xwe pê bînin û devê xwe bigirin'. Bê guman di vir de divê mirov nekevin nava xefikeke din. Bi dîtina min bendemayîna li nakokiyên di nava AKP'ê de, ji gelek aliyan ve wê dîsa bi kêrî AKP'ê were. Lê me Danezana Jiyana Nû danîn holê. Partiyên din xwedî planên cuda ne. Gotina 'koalîsyonê' ku hikûmet û Serokkomar weke pîrhebokê dibînin, bilêv dikin. Di van şert û mercan de gotina Davûtoglû çi got? Erdogan çi kir? divê nebe mijara siyaseta me ya rojane. Lê belê girîng e têgîna 'cidiyetê' ya Birêz Ocalan her tim destnîşan dike, were bîranîn. Di serî de Serokkkomariya bê alî cîdiyeta li her qadê niha pêwîstiya me ya herî mezin e. Cidiyetek ku pêwendiya xwe bi mafê jiyanê û demokrasiyê heye.
Li gel hêvî û rengîniya xwe em partiyeke bi awayekî cidî xwe ji hilbijartinê re amade dikin. Li dijî înkarê rastî, li dijî durûtiyê zelalî, li dijî tankê kevokiyê, li dijî buldozerê vegotina çîroka daran, ne nêrîneke pembe li cîhanê ye. Berevajî, ev yek tê wê wateyê ku em ji mêtîngerên cîhan û çavkaniyên welatê me bêhtir bi ziravî lê difikirin.
HDP bi armanca Tirkiyeyeke ku mirov di rewşa amade de nasekine, tevlî hilbijartinan dibe. Weke dengekî li dijî her şêwe hiyerarşî û nelirêtiyê. Hêvîdarim em ê bi hev re li hemberî buldozera xwe amade dike di ser Tirkiyeyê re derbas bibe, bisekinin.