Hilberîna hevpar, qadên parvekirina wekhev: Malê Tenurê

Hilberîna hevpar, qadên parvekirina wekhev: Malê Tenurê

Yek ji bajarê ku BDP’ê di rêveberiyên herêmî de kotaya jinê pêk aniye Nisênbîne. Bi pêşengiya Şaredara Nisêbînê, projeyên komunal yên jinê balê dikişînin. Yek ji van projeyan Malên Tenurê ne û li gelek cihên navçeyên hatine avakirin.

Şaredariya Nisêbînên ji bo jinan gelek projeyên wekê di îmarê de qadên cemawerî yên jinê afirandin, ji bo çareseriya pirsgirêkên jinên hewldan û çêkirina navendên şêwirmendî û parkan pêk anîn û herî dawî jî projeya ‘Malên Tenurê’ dike jiyanê.

Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan da zanîn ku di mijara Rêveberiyên Herêmî de bi stratejiyake azadiya jinê û komunal derketine rê û projeya ‘Malên Tenûrê’ jî bi vî awayî dikin jiyanê.

Gokkan destnîşan kir ku bi van xebat û projeyan hedefa wan eve ku nîşanê civakê bidin , jiyaneke  bê dewlet û kapîtalîzmê, jin ne hewceyê mêr e  û serdestiya mêr ne qedere. Gokkan wiha got: “Civak xwedî her tiştî ye. Em bi van projoyan dixwazin jinê di qada civakî de zêdetir aktîf ikin û di warê kolektîf, ekolojîk û demokratîk de jiyana wan bi teşe bikin.

Gokkan projeya Mala Tenûrê ji ANF’ê re nirxand.

EM JI GEL HÎN DIBIN

Gokkan got Nisêbîn wek ‘bajarê kotaya jinê’ ket hilbijartinê û ji sedî sed Meclisa Şaredariyê girtine û got: “Niha şaredariya me muxalîfa wê nîne û hemû BDP’î ne. Ji ber vê dema em projeyekê pêk tînin em diçin cem gel. Me anket pêk anîn. Me xwest ku em hîn bibin pêwistî bi çi heye. Nisêbîn cihekî polîtîke. Bi pêşengiya jinê polîtîk bûye.”

PROJEYÊN DER BARÊ JINÊ DE

Gokkan wiha berdewam kir: “Ji ber vê dema em stratejiyên xwe ava dikin, di hemû qadan de em xebatên der barê jinan de dimeşînin. Em bi jinan re runiştin û me di gelek mijaran de nîqaş kir û biryar kir.  Me bi jinan re di mijarên wekê ‘Di îmarê de avakirina qadên cemawerî yên jinê, di qada xizmetên giştî de navenda şêwirmendiyên jinê avakirin û hrw.’  hatin nîqaşkirin.

Nisêbîn di salên 90’î de  di encama polîtîkayên valakirin û şewitandina gundan de nifûsa wê pir ket.  Ji ber ku bajarekî di nava têkoşîna polîtîk de bû, jin di qada  civakî, kar, perwerdehiyê de gelek rehet bû. Ji ber vê jî me der barê parastina van nirxan de polîtîka avakirin.

MALÊN TENURÊ

Yek ji van projeyan, projeya ‘Malên Tenûrê’ ye. Ev proje jî dîsa bi tevlibûna jinê pêk hatiye û ji xwe vê jî jin bi kelecaneke mezin xwedî li vê projeyê derdikevin. Li vî bajarî di hilberîna nan de ji serî heta dawî keda jinê derbas dibe. Ji tenurê bigire heta berhevkirina kirş û kalan her tiştî jin dike.

Li her tax û kolanên Nisêbînê nanê tenûrê tê çêkirin.  Ji serî heta binî ev hilberîna keda destê jinê ye. Em bi projeya ‘Malên Tendurê’ dixwazin vê mayîn de bikin.

Gokkan di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku li dijî mêtîngeriya aboriyê, dê bibe modeleke komunal a civakê û wiha got: “Nisêbîn di heman demê de bajarekî jinê ye.  Tişta ku yekane em dixwazin bikin, eve ku em vê keda jinê bi projeyan mayînde bikin. Em ji nûve tiştan nafîrînin.  Civak xwedî her tiştî ye.  Heman tişt ji bo mêran jî der bas dibe.”