Hikumetê hevdîtina Ocalan ya bi çapemeniyê re redkir

Hikumetê hevdîtina Ocalan ya bi çapemeniyê re redkir

Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç têkildarî pêşketinên li Rojava diyarkir ku, ew dê çavê xwe li pêşketineke defakto ya ne di berjewendiyê Tirkiyeyê de rû bide negirin û îdiakir ku, daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya hevdîtina bi rojnamegeran re pêkneyê.

Piştî Civîna Lijneya Wezîran Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikumetê Bulent Arinç têkildarî daxwaza hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi rojnamegeran re îdiakir ku, li gorî zagonên hiqûqî negengaze. Arinç got: “Dema ku temaşeyî rêvebernameyên beriya vê jî bikî, negengaze ku hikumxwariyek endamên çapemeniyê bigire ber xwe û li cihê lê ye nikare civîna çapemeniyê derxîne, ev li tu deran nehatiye dîtin.”

Arinç têkildarî pêşketinên Rojava jî diyarkir ku, “Hikumeta me bûyeran bi hesasiyetekî mezin dişopîne. Em dê çavê xwe li pêşketineke defakto ya ne di berjewendiyê Tirkiyeyê de rû bide negirin.”