Hikumeta Sûriyeyê: Tirkiye li gorî peymana Îdlibê tevnagere
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallîm nerazîbûn nîşan da û got, dewleta Tirk li gorî peymana li ser Îdlibê tevnagere.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallîm nerazîbûn nîşan da û got, dewleta Tirk li gorî peymana li ser Îdlibê tevnagere.
Li gorî ajansa nûçeyan a Sanayê, Wezîrê Karên Derve Welîd Mûallîm got, "Terorîst hîn jî bi çekên xwe yên giran li vê herêmê ne. Ev yek nîşaneya wê yekê ye ku Tirkiye sozên xwe bi cih nîne."
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî îdîa kir ku peyman li gorî biryara hatiye stendin bi rê ve diçe.
Peymana li ser Îdlibê meha Îlonê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hate kirin. Li gorî vê peymanê, di navbera herêmên hêzên Sûriyeyê û komên çete de diviyabû heta 15'ê Cotmehê herêmek tampon bihata avakirin.
Enqereyê soz dabû ku heta hingî, komên çete çekên xwe yên giran ji herêmê vekişînin. Rejîma Enqereyê îdîa dike ku çete çekên xwe vekişandine, lê ti çavkaniyên serbixwe vê îdîayê piştrast nake.