Hikumeta Norwêcê li Den Haagê hate şermezarkirin

Rêveberiya Norwêcê ku siyasetmedara Kurd Gulîzar Taşdemîr radestî Tirkiyeyê kir, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate şermezarkirin.

Çalakiya protestoyî li ber Sefaretxaneya Bilind a Norwêcê ya li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate lidarxistin.

Kurdistanî tevî dostên xwe saet 15'an li ber avahiya Sefaretxaneya Bilind a Norwêcê li hev civiyan û diyar kirin ku radestkirina Taşdemîr rewşeke li dijî mirovahiyê û li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

Çalakgeran xwestin li ser mijarê bi Sefîrê Bilind ê Norwêcê re biaxivin, lê belê Sefîr bi gotina "Erka min nîne ku li ser vê mijarê biaxivim" daxwaza hevdîtinê qebûl neki.