Hikûmeta AKP'ê li her tiştî guhdarî dike

Hikûmeta AKP'ê li her tiştî guhdarî dike

Li Tirkiyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê (BTK) biryar da ku hemû trafîka ragihandina bi dîmen, devkî û nivîskî ya li ser înternetê, bi biryara dadgehê bişopîne. Di çarçoveya biryarê de, hemû şîrketên înternetê berpirsyar in ku agahiyên xwe yên ragihandin bi BTK re parve bikin.

Li gorî belgeya di rojnameya Cûmhûriyetê de hat weşandin, li dû êrîşa bombeyî ya li navçeya Hatay Reyhanliyê, BTK'ê biryar da ku hemû trafîka înternetê di hewzekî de bên komkirin. Pergala şopandina bikaranînerên înternetê ku li welatên mîna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îngilîstanê bû sedema skandalan, tê gotin gava yekemîn a pergaleke bi heman rengî li Tirkiyê hatiye avêtin.

Li gorî belgeya hat weşandin, Saziya Ragihandin û Tekonolojiyên Agahiyê, bi biryara xwe ya "Trafîkên Kargêrên STH" ya bi hejmara "2013/DK-TÎB/401" a 18'ê Tîrmeha 2013'an de, hat pejraindina ku ragihandina li Tirkiyê di hewzekê de were komkirin.

Di biryarê de cih ji agahiya "Hêz û yekîneyên ewlekariyê ev demeke dirêj e bi biryardarî dixawzin hemû tarfîkên ketin û derketina derveyî welat ên kargerên xeta telefonê ya sabît, ji wan re were dayîn û were şopandin" hat dayîn. Ji bo sedema wergirtina biryarê jî, teqîna li navçeya Hatay Reyhanliyê hat nîşandan. Hat destnîşankirin ku daxwaza "Ji bo kêmasiya îstîxbaratî ya ji ber neşopandina trafîka kargerên STH rû nedin, divê tavilê tedbîr werin stendin" ji Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê re hatiye ragihandin.

Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahiyê ev daxwaz nirxandiye û biryar daye ku trafîka nuqteyên POP ên kargerên STH "Ji ser protokola IP ya lokasyona Enqerê ya Serokwezaretiyê, hemû xetên taybet ji nuqteyê heta nuqteyqê werin radestkirin" hatiye wergirtin. Li gorîo vê briyara BTK, weger şîrket trafîka xwe ya ragihandinê ji ser protokola bi xetên taybet re ji nuqteyê heta nuqteyê radest neke, dê cezayê pere lê were birîn. Şîrketên li gorî vê yekê bingeha xwe amade neke jî, dê erka wan bê betalkirin. BTK biryar da ku der barê mijara betalkirinê de şîrketan agahdar bike.