Hikûmet ji malên xwendekaran nerehete, lê ji tecawizê nerehet nabe!

Hikûmet ji malên xwendekaran nerehete, lê ji tecawizê nerehet nabe!

Meclisa Jinan a BDP’ê der barê skandala îstîxmara zayendî ya li Colemêrgê ku hîndekar jî di navde bûn daxcuyaniyek dan û da zanîn ku berdana 15 kesên hatibûn binçvkirin nêzîkatiya dewletê ya li dijî van sûcan nîşan didin û wih agot: “Em bang li hikûmeta ku dibêjin ‘ez ji malên bi kur û keç yên xwendekar’ nerehetim li dijî her cureyê bê ehlaqiyê bê deng dimîne, dikin; li şûna ku hun malên xwendekaran kontrol dikin saziyên xwe yên veguherine cihê fuhuşê kontrol bikin.

Meclisa Jinan a BDP’ê der barê skandala îstîsmara zayendî ya ku li Zanîngeha Colemêrgê ku di nava wan de hîndekar jî hene, xwendekarên keç îstîsar dikin de daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê hat gotin ku Kurdistanê bi piştgiriya dewletê taciz, tecawiz û fuhuş gihiştiye zanîngehan û wiha got: “ Heta niha hemû sûcên taciz û tecawizê bê ceza dimînin û peywirdarên dewletê beyî ku ceza bigirin peywira xwe didomînin , dewlet li erdnîgariya Kurdistanê fuhuşê vediguhere çandekê. Ji ber bersuc, tecawizkar nayê cezakirin, ev sûc zêde dibin.

Herî  dawî bûyera li Zanîngeha Colemêrgê derketiya holê mînakek ji vê ye. 15 kesên hatibûn binçavkirin jî tenê yek jê ew jî ne ji ber tecawizê ji ber ruşwetê hat girtin.

 Van kesên bi zext û zorê tecawizê van xwendekaran kirine, 8 çawîşên pispor yên tecawizê zaroka 16 salî kirin, ji bûyera N.Ç ya ku rastî tecawiza gelek kesî ku di nav de peywirdarên dewletê jî hebû hat, hêz girtin. Bi awayekî din ev kes nekarin wisa cesaretê bigirin.  Em wek meclisên jinan van kesên ku ji mirovahiyê derketine şermezar dikin.  Em careke din dibêjin ku em ligel jinên ciwan yên ku rastî vê wehşetê hatine ne.”

Meclisê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hikûmetê kir û got: “AKP ya ku nobedariya ahlaqê dike, her cureyê bêexlaqiyê ji nedîtîve tê.  Hun kesên ku ji malên xwendekaran yên jin-mêr dimînin, nerehet dibin ji îstîsmara zarokan, fuhuş û tecawizê nerehet nabin.  Li şûna hun malên xwendekaran dê bişopînin, çima saziyên xwe kontrol nakin.”