Hêzên dewletê êrîşî wekîlên dixwazin biçin Cizîrê kirin
Polîs û leşkerên Tirk bi qontaxên çekê li wekîlên HDP'yî yên xwestin biçin Cizîrê xistin.
Polîs û leşkerên Tirk bi qontaxên çekê li wekîlên HDP'yî yên xwestin biçin Cizîrê xistin.
Heyeta HDP'ê ku di nav de Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera Rihayê Leyla Guven jî hene, li benda lêgerînê ya Qereqola Polîsan a Duzova ya li ser rêya Îpekê ya nêzî navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve hat sekinandin û li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Heyetê piştî çalakiya rûniştinê vê carê ji rêya Hezexê ber bi Cizîrê ve dest bi meşê kir. Heyeta ji wekîlên HDP'ê, li pêşiya Cizîrê li qada jê re Herêma Trafo tê gotin, careke din ji aliyê leşkeran ve hat sekinandin û destûra çûyîna navçeyê ji wan re nehat dayîn.
Wekîlên di nava heyetê de ragihandin ku ew li Walîtiya Şirnexê geriyane, lê belê ti bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Heyetê xwest ji vê derê derbasî nava Cizîrê bibe, lê rastî astengiya leşker û polîsan hat. Polîsan bi qontaxê çekê li sînga endamên heyetê xistin û bi vî rengî nehiştin derbas bibin. Li ser vê yekê wekîlan careke din çalakiya rûniştinê pêk anîn.