'Hêzên bi Tirkiye û Osmaniyan re tevgeriyan divê lêborînê bixwazin'

Komîteya Seyfo ya Sala 100. da xuyakirin ku di Qirkirna 1915'an de zêdeyî 2 mîlyon mirov hatine qetilkirin, bi sed hezaran mirov hatine sirgûnkirin û ji dewleta Tirk xwest, ku lêborîna xwe bixwaze.

Komîteya Seyfo ya Sala 100. da xuyakirin ku di Qirkirna 1915'an de zêdeyî 2 mîlyon mirov hatine qetilkirin, bi sed hezaran mirov hatine sirgûnkirin, zarokên keç û jinên ciwan neçarî zewaca bi zorê hatine hiştin. Komîteyê ji dewleta Tirk xwest, ku lêborîna xwe bixwaze.

Komîteya Seyfo ya Sala 100. li navçeya Mêrdîn Mîdyatê der barê Qirkirina 1915'an de daxuyaniyek da çapemeniyê.

'KOMKUJÎ TEHCÎR, BI ZORÊ GUHERTINA OL Û ZEWACA NE ÎNSANÎ...'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di Împaratoriya Osmanî de, di bin siya 1. Şerê Cîhanê de, Îttîhat û Terakkî li gel hevkarên xwe, di sala 1915'an de li hemberî gelên Xiristiyan ên li cografya Mezopotamya û Anatoliyê dijiyan, qirkirineke mezin kirin. Ev qirkirina ku ji bo tinekirina gelên Ermenî, Suryanî (Asûrî-Keldanî-Aramî) û Pontûs-Rûm tevî nirxên xwe yên çandî hat kirin, sûcelî li dijî mirovahiyê ye û nabe bê înkarkirin." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku zêdeyî 2 mîlyon mirov hatin qetilkirin, bi sed hezaran mirov hatin tehcîrkirin, bi deh hezaran keç û jinên ciwan neçarî guhertina ol hatin hiştin û bi awayekî derveyî mirovahiyê neçarî zewacê hatin hiştin.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi hezaran cih û war, dêr û keşîşxane, dibistan û pirtûkxane û kargeh hatin şewitandin û hilweşandin û hat gotin, "Dewlemendiya madî û mal û milkên ku qîmet û buhayê wê bi qasî nikaribe bê texmînkirin zêde ye, hat desteserkirin û talankirin. Bi bangên cîhanê re fermanên xalîkirina olî û dînî hatine weşandin û hatiye xwestin ku gelê Suryanî bi çand û dîroka re xwe bi temamî ji holê were rakirin."

'DIVÊ DEWLETA TIRK Û YÊN BI OSMANÎ RE TEVGERIYAN LÊBORÎNÊ BIXWAZIN'

Komîteyê da zanîn ku Komara Tirkiyeyê ya li ser bingeha mîrateya Împaratoriya Osmanî ava bû, eger bi dîroka xwe re rû bi rû bibe û Qirkirina 1915'an qebûlb ike, wê ev yek ji bo têkiliyên dostane yên gelan bibe destpêka rûpeleke nû û xwest ku mal, mil û îbadetxaneyên gelê Suryanî werin tespîtkirin û radestî xwediyên wan bên kirin.

Komîteya Seyfo ya Sala 100. diyar kir, nûnerên Kurd û komên etnîk ên din yên di qirkirinê rol lîstîn ku gavên bi bawer, jidil û sûcên pêk hatine telafî dikin avêtine, ji bo aştî û jiyana bi hev re gelekî girîng e û got, "Lêborînxwestina dewlet û hêzên di merheleya qirkirinê de bi Împaratoriya Osmaniyan re tevgeriyane, wê pêşiya komkujiyên nû yên di asta navneteweyî û herêmî û sûcên li dijî mirovatiyê bigire û xizmetê ji demokrasiyê re bike. Ji lewra pêwîst e tavilê dawî li înkara sed sal e, didome bê.”