Heyva Sor a Kurdistanê piştgirî da penaberên li Atînayê
Heyva Sor a Kurdistanê, piştgiriya xwarinê da Kuridstaniyên li kampa penaberan a li Atînayê dijîn.
Heyva Sor a Kurdistanê, piştgiriya xwarinê da Kuridstaniyên li kampa penaberan a li Atînayê dijîn.
Rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê ya li Fransayê, ji bo Kurdistaniyên li Kampa Penaberan a Lavrîon a li nêzî paytexta Yewnanîstan Atînayê di nava şert û mercên giran de dijîn, piştgiriya xwarinê ya ji 6 hezar û 850 Euro şand.
Rayedarên Heyva Sor a Kurdistanê, piştî ku li cih lêkolîn kirin, alîkarî bi xwe belav kirin û gotin, wê alîkariya wan dewam bike.