Heyva Sor a Kurdistanê alîkarî ji Belûcistanê re şand

Heyva Sor a Kurdistanê ragihand ku alîkarî ji mexdûrên lehiyê yên li Belûcistanê re şandiye.

Heyva Sor a Kurdistanê ku saziyeke alîkariya mirovî ya li Ewropayê û derveyî welat e, li gel Kurdistanê her wiha alîkariyê ji gelek welatên din ên cîhanê re jî dişîne.

Saziyê alîkariya herî dawî bi herêma Belûcistanê ya Îranê re kir ku demekê di bin bandora giran a lehiyê de bû.

Di daxuyaniya saziyê de işaret bi xizaniya xelkê Belûcistanê hate kirin û hate ragihandin ku karesata lehiyê jî bû sedema krîzeke hîn giran a li nava civakê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piştî vê keraseta mezin me xwe weke saziyeke însanî û Kurdistanî erkdar dît ku alîkariyê bigihînin kesên mexdûr ên li Belûcistanê."

Hate ragihandin ku li gel astengiyên dewleta Îranê jî wan karîbûn alîgiriyê bigihînin 200 malbatên mexdûrên lehiyê.