Heyetek navneteweyî ya ji 13 kesan diçe Îmraliyê
Heyetek navneteweyî ya ji 13 kesan, ku parlamenterên Parlamenta Ewropa, hîndekarên zanîngehê û akademîsyen jî hene, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçe Girava Îmraliyê.
Heyetek navneteweyî ya ji 13 kesan, ku parlamenterên Parlamenta Ewropa, hîndekarên zanîngehê û akademîsyen jî hene, ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diçe Girava Îmraliyê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komployeke navneteweyî dîl hate girtin, ev 18 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdê de tê hiştin. Ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîbûna şerê li Bakurê Kurdistanê, heyetek ji 13 kesan serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da, ku biçe Girava Îmraliyê. Heyet wê di 13'ê Sibatê de bi rê bikeve. Di nava heyetê de Parlamenterên Sosyal Demokrat û Koma Çep ên Parlamenta Ewropa û akademîsyen hene.
Ji Tifaqa Koma Demokrat û Sosyalîstan a Pêşverû endamê Parlamenta Ewropayê Costas Mavrîdes, ji Îngilîstanê nivîskar û rojnamevanê xwedî tecrûbe Jonathan Stelele, ji Koma YekÎtiya Çep a Ewropayê, endama Meclîsa Parlamenta Ewropayê Ûlla Sandbaek, ji Îzlandê lîderê berê û wezîrê berê yê Federasyona Wezîfedarên Cemaweriyê, endamê desteya rêveber a rêxistinên sendîkayî ya navneteweyî Ogmûndûr Jonasson, endamê berê yê Parlamenta Ewropayê Francîs Wûrtz, endama Asambleya Parlamenteran a Konseya Ewropayê Mîren Edûrne Gorrotxategî, ji Îngilîstanê Serokê Komîsyona Aştî û Edaletê Joe Ryan, ji Zanîngeha Leeds a Enstîtuya Cografya ya Westmînîster, endamê Desteya Şêwirmendan a Enstîtuya Navneteweyî ji bo Ekolojiya Civakî Federîco Ventûrînî, ji Kanadayê, endamê Damezrîner ê Desteya Şêwirmendan a Enstîtuya Navneteweyî ji bo Ekolojiya Civakî Dîmîtrî Roûssopoûlos û Hîndekarê Civaknasiya Polîtîk a Zanîngeha Cambrîdge Dr. Thomas Jeffery Mîley di nava heyetê de cih digirin.
HEYET WÊ LI AMEDÊ HEVDÎTINAN BIKE
Heyeta Navneteweyî ji bo dîtina Ocalan, di 30'ê Çileya 2017'an de serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê da. Endamên heyetê, wê li Tirkiyeyê hem li benda bersiva serlêdanê bin, hem jî di nava 6 rojan de hin danûstandinan li Amed û Stenbolê bike. Komek ji vê heyetê wê di navbera 13 û 16'ê Sibatê de ji Amedê dest bi hevdîtinan bike û rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê yên hatine hilweşandin, HDP'yiyên hatine girtin, Şaredariyên Kurdan ên qeyûm lê hatine bicihkirin lêkolîn bike. Heyet wê vê rapora xwe pêşkêşî Parlamenta Ewropa, Neteweyên Yekbûyî û raya giştî ya cîhanê bike. Endamên heyetê wê piştre li Stenbolê li hev bicivin, hevdîtinê bi nûnerên partiyên siyasî û rêveberên saziyên civakî yên sivîl re bikin, tevlî civîn û konferansan bibin.
NAME JI WEZARETA EDALETÊ YA TIRKIYEYÊ RE NIVÎSANDIN
Li ser navê heyetê ji Tifaqa Koma Demokrat û Sosyalîstan a Pêşverû endamê Parlamenta Ewropayê Costas Mavrîdes û endama Parlamenta Ewropayê Jûlîe Ward di 30'ê Çileyê de ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag re nivîsandin û serlêdan kirin. Di nameyla heyetê de hat gotin, "Birêz Bekîr Bozdag; ji bo ku em bi Birêz Ocalan bişêwirin û li ser ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê agahiyan bigirin, em ji we destûrê dixwazin ku karibin biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê. Em bawer in, Ocalan wê ji bo çareseriya pirgirêka Kurd û pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê, destekeke aştiyane pêşkêş bike.
Delegasyon destûrê dixwaze, ku di 17, 18 an jî 19'ê Sibata 2017'an de Girtîgeha Îmralilyê ziyaret bike. Eger nepêkan be ku temamiya delegasyonê biçe serdanê, hingî em dixwazin ku ji bo komek ji nava delegasyonê, destûr were dayîn.
Ji bo ziyaretkirina Îmraliyê, em ji we rica dikin ku destûrê bidin komek ji nava delegasyonê. Her wiha em dixwazin bi we û hempîşeyên we re, beriya hevdîtina bi Ocalan re bi we re rûnên û li ser rê û rêbazên ji nû ve destpêkirina pêvajoya aştiyê baxivin. Em ê pê serbilind bin ku hûn van daxwazên me bi erênî bibînin. Ji ber cidiyet û lezgîniya mijarê, em li benda bersiva we ne."