Heyetek ji Binarê Qendîlê çû serdana Parlementoya Başûrê Kurdistanê

Heyetek ji Binarê Qendîlê çû serdana Parlementoya Başûrê Kurdistanê

Duh heyeta ji nûnerên gundên Binarê Qendîlê pêk dihat bi armanca daxwazên gelê herêmê ragihîne, çûn  serdana Parlementoya Başûrê Kurdistanê.

Heyata ji 6 kesan pêk dihat bi armanca ku daxwazên gelê herêmê ji Parlementoya Başûrê Kurdistenê re vebêje duh çû serdana Parlementoyê. Bi armanca ku ziyana di encama bombebaranên dewleta Îranê û Tirkiyeyê li ser gelê herêmê çebûye, her wiha ew deverên ku ji aliyê binesazî kêm xizmet jêre hatiye kirin û pirsgirêkên wê hene ta niha Hikumeta Herêma Kurdistanê pişt guh kiriye ragihînin çûn serdanê. Hêjayî gotinê vê heyetê carekî dîtir jî serdana Parlementoya Başûrê Kurdistanê kirî bû.