Heyeta Rojava li Îtalyayê hevdîtinan dike
Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heyetek li Îtalyayê hevdîtinan dike.
Li ser navê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heyetek li Îtalyayê hevdîtinan dike.
Fermandara QSD’ê Rojda Felat, Hevserokê Meclîsa Herêma Firatê Enver Muslim û heyeta pê re îro bi Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Îtalyayê re civiyan. Di civînê de li ser biryara vekişandina leşkerên DYE’yê yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate sekinandin.
Heyeta Rojava geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeye ragihandin û diyar kirin ku ew di pêvajoya avakirina demokratîk de ne. Bal hate kişandin têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û hate diyarkirin ku dewleta Tirk hewl dide DAÎŞ’ê zindî bike û ji ber vê jî divê Rojava were parastin.
Seroka Komîsyona Karên Derve ya Parlementoya Îtalyayê Marta Grande û alîkarê wê Pîero Fassîno tevî 20 parlementeran tevlî vê civînê bûn û diyar kirin ku ew heq didin fikarên heyeta Rojava.
Grande diyar kir ku divê li hemberî gefên dewleta Tirk diyalog bibe tişta esasî û ew ê piştî demeke kurt pêşnûmayekê pêşkêşî meclîsê bikin.
Heyetê piştî civînê daxuyaniyeke çapemeniyê weşand.