Heyeta NY’ê li Şamê ye
Heyeta NY’ê li Şamê ye
Heyeta NY’ê li Şamê ye
Heyeta Netewên Yekbûyî ku ji bo îdiayên der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya di şerê li Sûiryeyê de hatiye bikaranîn, lêkolîn bikin gihiştin Şamê.
Hêzên rejîma Sûriyeyê û mxalîf hev û din sûcdar dikin ku di serî li Han El Assal û hinek bajarên din madeyên kîmyewî hatiye bikaranîn.
Li bakurê bajar di meha adarê de hate îdiakirin ku di encama bikaranîna çekên kîmyewî de 26 kes mirine.
Hikûmeta Sûriyeyê meha borî ji bo lêkolînakirina çekên kîmyewî serdana heyeta NY’ê qebûl kiribû.
Heyeta NY’ê ku roja yekşemê gihişt Şamê li Otela Four Seasons bi cih bûn. Heyetê pirsên rojnamegeran bê bersiv hişt.
Heyeta di bin serokatiya Pisporê çekan yê Swêdê Ake Sellstrom, xwedî rayeda ku diyar bikin ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn an na, kîjan made hatine bikaranîn, lê rayeya wan ya ku kîjan alî ev made bikaranîne nîne.
Pisporan da zanîn ku ji ber di ser bûyerê re dem derbas bûye, lêpirsîn zehmetir bûye.