Heyeta ku xwest biçe Geverê hate astengkirin

Heyata HDP û DBP'ê ku ji Colemêrgê ji bo dorpêça li Geverê bişkînin derketin rê li nuqteya jenderme ya Yenîkopruyê hatin astengkirin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê dorpêç û êrîşên tevkujiyê di roja 6'emîn de didome û li Colemêrgê heyeta ku ji endam û rêveberên HDP, DBP, MEYADER, KJA û Dayikên Aşitiyê pêk dihat ji bo dorpêça li ser Geverê bişkînin, îro ber bi navçeyê ve derketin rê. Wesayîtên heyetê di ketina Depînê de li nuqteya lêgerînê ji aliyê leşkeran ve hate rawestandin û lêgerîn hate kirin. Her wiha kesên di nav wesayîtan de rastî kontrola nasnameyan hatin. Piştî lêgerînê destûr hate dayîn ku heyeta hevşaredarên Çelê û rêveberên HDP û DBP'ê di nav de ye, derbas bibe û wesayîtên din paş ve hatin şandin. Wesayîtên ku derketin rê vê carê jî li nuqteya lêgerînê ya jenderme ya Yenîkopruyê hate rawestandin. 

Leşkeran destûr nedan ku heyet derbas bibe. Li vir li ser navê heyetê Hevserokê Bajêr ê HDP'a Colemêrgê Metîn Besî axivî û diyar kir ku ji bo dorpêçê bişkînin derketine rê, lê bi fermana walitiyê hatine astengkirin. Besî bal kişand ser welatiyên sivîl ên li bajêr û wiha axivî: "Em naxwazin ne gerîlla, ne leşker ne jî sivîl bimirin. Ji bo aştî û biratiyê divê muzakere ji nû ve destpê bike."

Heyeta ku ketina wan a navçeyê hate astengkirin, piştî daxuyaniyê vegeriya Colemêrgê.