Heyeta jinan a Kurd bi endamên senatoya Îtalyayê re hate cem hev

Heyeta jinan a Kurd bi endamên senatoya Îtalyayê re hate cem hev

Heyeta Jinan a Kurd beriya konferansa ku sibê li Romayê pêk bînin li senatoyê hevdîtin pêk anîn. Li ser navê heyetê endama Komîsyona Karên Derve ya KNK’ê Ozlem Tanrikulu, nûnera Tevgera Jinan a Navneteweyî Nursel Kiliç û nûnera Kantonên Rojava ya Ewropayê Sînem Muhammed tevlî bûn. Di hevdîtinan de  mijara sereke berxwedana jinan a li Rojava bû.

XWESTIN KORÎDOR VEBE

Hevdîtina saet di 08.00’an de destpê kir de heyet ji aliyê Cîgirê Serokê Senatoyê yê Îtalyan Valerîa Fedelî û Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Senatoyê Luîgî Manconî hat pêşwazî kir. Maseya Çapemeniyê ya Fermî a Parlamentoyê jî hevdîtin şopand.  Hevdîtin nêzî saetek û nîvê berdewam kir û  di hevdîtinê de mijara sereke êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û berxwedana jinên Kurd bû. Heyetê  der barê komkujiya li Kobanê hatiye jiyîn ji endamên senatoyê re agahdarî kir û daxwaz kirin ku hikûmeta Îtalyan di vê mijarê de roleke bi bandor bilîzin û pêngavên berbiçav bavêjin. Heyetê got ku ger pêngavên berbiçav neyên avêtin wê komkujiyeke wek a Şengalê pêk bê. Endamên heyetê destnîşan kirin ku sedema êrîşên DAIŞ û bêdengiya cîhanê, pergala xweser a demokratîk a Rojava ye û  divê ev êrîş bên sekinandin û  pergala alternatîf a Rojava bê naskirin.  Endamên heyetê dan zanîn li dijî çeteyên DAIŞ’ê gelê Kobanê berxwedaneke dîrokî nîşan dide û divê her kes vê li gorî binirxîne û pêngavên berbiçav b,avêjin.  Hat gotin ku divê korîdora alîkariyê bê vekirin û li kampên penaberan jî di ewlehiya civakî navneteweyî de xebat bên kirin.

Piştî daxwaz û nirxandinên heyetê, endamên senatoyê jî gotin ku ew geşedanên Kobanê dişopînin,  kantonên Rojava qebûl dikin û wek pergaleke demokratîk qebûl dikin. Endamên senatoyê gotin ku daxwaza vekirina korîdorê û alîkariya mirovahî di cih de ye û wê bînin cih. Berfirehiya hevdîtinê di malpera fermî ya senatoyê de cih girt.

Di hevdîtinê de ji bo endamên heyetê yên li ser navê sê saziyan tevlî bibûn, plaketa fermî ya senatoya îtalyayê hate  dayîn.

ÇALAKIYA ARÎN MÎRKAN HAT AXAFTIN

Duyemîn hevdîtina heyetê ya îro jî li ser banga Parlamentera Partiya Demokratîk Rosa Calîparî bi endamên Komîteya Ewlehî û Komîsyona Karên Derve re hate kirin. Heyetê di hevdîtinê de geşedanên Kobanê ragihand. Di vê hevdîtinê de Seroka Komîsyonê Fabrîzîo Cîchîtto, li ser çalakiya Arîn Mîrkan axivî.

Ji bo konferansa ku sibê pêk tê Serokê Parlamentoyê Laura Boldrînî peyamek nivîskî şand.