Heyeta ji parlamenterên Elman wê serdana Amedê jî bike
Heyetek ji parlamenterên Elman, ji bo krîza Baregeha Încîrlîkê ya navbera rejîma Erdogan û Elmanyayê bi rêya diyalogê çareser bike diçe Tirkiyeyê. Heyeta Elman wê serdana Amedê jî bike.
Heyetek ji parlamenterên Elman, ji bo krîza Baregeha Încîrlîkê ya navbera rejîma Erdogan û Elmanyayê bi rêya diyalogê çareser bike diçe Tirkiyeyê. Heyeta Elman wê serdana Amedê jî bike.
Serdana heyeta Elman, ku Alîkara Serokê Meclîsa Federal û parlamentera Partiya Keskan Claûdîa Roth serokatiya wê dike, wê roja Pêncşemê dest pê bike. Serdan wê roja Yekşemê jî biqede. Parlamenterên Elman wê bi parlamenterên AKP'ê, nûnerên partiyên mûxalefeta li Tirkiyeyê re rûnên.
CLAÛDÎA ROTH Û HEYET WÊ BIÇE AMEDÊ
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên nêzî Partiya Keskan gihîşte ANF'ê, Claûdîa Roth û heyet wê roja Înê biçe Amedê. Çav li rê ye, Roth êvara Înê bi Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk re rûnê, ku Turk ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hatiye girtin.
Tê payîn, rayedarên HDP, KCD û DBP'ê jî tevlî vê hevdîtinê bibin.