Heyeta Îzmîrê li Amedê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
Heyeta Îzmîrê li Amedê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
Heyeta Îzmîrê li Amedê bi kulîlkan hat pêşwazîkirin
Koma ji 190 kesî pêk dihat a ji aliyê cuda yên bajar a şaredariya Mezin a Îzmîrê bernameya wan li Amedê dest pê kir. Heyet li Balarfirgehê ji aliyê Şaredar Osman Baydemîr ve hat pêşwazîkirin.
Şaredarê bajarê Mezin yê Îzmîrê Azîz Kocaoglu ku bername organîze kir û di navwan de nûnerên saziyên sivî, karsaz û rojnameger jî hebûn heyeta ji 190 kesî pêk dihat hatin Amedê.
Azîz Kocaoglu û heyeta ligel wî ji aliyê Şaredarê Bajarê mezin a Amedê Osman Baydemîr ve hatin pêşwazîkirin. Pêşwazîkirin di hawireke germ de derbas bû û piştre Baydemîr kêfxweşiya xweya ji bo hatina wan anî ziman. Baydemîr da zanîn ku pira aştiyê ya di navbera Amed û Îzmîrê de hatine danîn nîşaneya jiyaneke bi hevreye.
Kocaoglu jî diyar kir ku piştî gera Amedê dê serdanên wan yên rû bir û bidome.