Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê bi Akdogan re hevdîtin kir
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê bi Akdogan re hevdîtin kir
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê bi Akdogan re hevdîtin kir
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan re hevdîtin kir. Li dû hevdîtinê heyetê daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, heyet wê di demeke nêz de biçe Îmraliyê.
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê, ku ji Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Pervîn Bûldan û Îdrîs Balûken û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk tê, piştî hevdîtina bi Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan bersiv da pirsên rojnamevanan.
Li dû hevdîtina li avahiya navendî ya Serokwezaretiyê, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken daxuyanî da û got, "Tê payîn ku heyeta me di dema herî nêz de biçe giravê. Li pêşiya civînên li girava Îmraliyê û agahdarkirina raya giştî di vî warî de, ti astengî nîne."
Balûken, ji bo pirsa rojnamevanan a li ser pêşeroja pêvajoya çareseriyê bersiva, "wê bênavber dewam bike" da.
Li ser pirsa der heqê berfirehkirina heyetê de Balûken got, "Ji bo hêsakirina mercên muzakereyê, îhtirazeke ku hikûmetê ragihandiye, nîne. Em ê agahiyên li ser detayan parve bikin. Mijarên li ser rêveçûna pêvajoyê, destpêkirina muzakereyê ne. Der heqê van de amadekariyên heyeta me û aliyê hikûmetê hene. Em ê bi awayekî berfirehtir daxuyaniyê bidin."
Der heqê detayên hevdîtinê de jî Balûken got, "Di mijara heyeta şopandinê de me nêrînên xwe parve kirin. Di vê mijarê de, di navbera me de ti nakokî nîne. Em gelekî erênî pêşwazî dikin ku demek berî demekê bi vê wezîfeyê rabe. Li Tirkiyeyê gelek mirovên me yên giranbuha, akademîsyenên me, nivîskarên me hene ku dikarin bi hêjayî tevkariyê li pêvajoyê bikin. Di vê mijarê de şêwra me dewam dike. Nêrînên me ji hev ne cuda ne."
Balûken da xuyakirin ku di hevdîtina îro de bi giranî mijarên "vekirina rêyên diyalogê yên xetimîne û çareseriya mayînde ya ji pirsgirêkên heyî" hatine nirxandin û got, "Hemû hewldanên Birêz Ocalan ji bo tavilê mercên muzakereyê yên pêwîst bên meşandin û were lezandin e. Eger qonaxa pêvajoyê li gorî hatiye plankirin bimeşe, hemû sernav wê werin nirxandin."
Heyeta HDP'ê ya Îmraliyê herî dawî di 22'ê Cotmehê de bi Ocalan re hevdîtin kiribû. Ji bo hevdîtineke nû jî di 5'ê Mijdarê de serî li hikûmetê dabû.