Heyeta HDP’ê, wê siyasetmedarên li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bikin

Heyta ku ji parlementerên HDP’ê û reveberan pêk tên, wê sibehê siyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bikin.

Di daxuyaniya HDP’ê de wiha hate gotin: “Heyeta ku ji Alîkara Hevserok û Berpirsê Mafê Mirov û Hiqûqê ya me Aysle Tûglûk, Serokwekîlê koma me Çaglar Demîrel, Parlementerê Dîlokê Mahmût Togrûl, Parlementera Agiriyê Dîrayet Taşdemîr, Parlementerê Mêrdînê Alî Atalan, Parlementerê Rihayê Îbrahîm Ayhan, parêzer û rêveberên partiya me ya Stenbolê pêk tên, wê sibehê (30’ê Mijdara 2016) siyasetmedarên girtî yên li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bikin.”

Têpayîn ku heyet di saet 14:00’an de li pêşiya girtîgehê daxuyanî çapemeniyê bide.