Heyeta HDP'ê li pêşiya Cizîrê çalakiya rûniştinê da destpêkirin

Heyeta HDP'ê ya dixwaze bikeve nava Cizîrê lê polîs nahêlin, li pêşiya qereqola polîsan çalakiya rûniştinê da destpêkirin.

Heyeta HDP'ê, ku di nav de parlamenter jî hene, ji bo li navçeya Şirnex Cizîrê lêkolînan bike berê xwe da herêmê, lê li pêşiya navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve hat astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî destûr nehat dayîn heyet bikeve nava navçeyê. Li ser vê yekê heyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Heyeta HDP'ê ku di nav de Parlamenterê Mêrdînê Mehmet Alî Aslan, Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran û Parlamentera Rihayê Leyla Guven jî hene, li benda lêgerînê ya Qereqola Polîsan a Duzova ya li ser rêya Îpekê ya nêzî navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve hat sekinandin.

Polîsan îlana "qedexeya derketina derve" ya Walîtiyê hincet nîşan da û nehişt heyet derbas bibe. Li ser vê yekê heyetê li ber qereqola polîsan çalakiya rûniştinê pêk anî.