Heyeta HDP’ê li Gebzeyê ye: Tecrîd welat ber bi hilweşînê ve dibe!

Heyeta HDP’ê li gel xizmên girtiyan li Gebzey ne. Parlementer Gulistan Koçyîgît, hişyariya ku tecrîd welat ber bi hilweşînê ve dibe kir.

Komele ji HDP’yiyên ji serokwekîl Fatma Kurtulan, Sarûhan Olûç, Hevberdevka HDP’ê û parlementera Mûşê Gulistan Koçyîgît, parlementer Zuleyha Gulum û Oya Ersoy pêk dihat, destek dan dayikên ji bo zarokên wan ên di grevê de ne li ber Girtîgeha Gebzeyê ne. Li ser rênedayîna polîsan heyeta HDP’ê li gel dayikan derbasî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Gebzeyê bûn û civînek ya çapemeniyê lidar xistin. Dayikan bi daxuyaniyeke Kurdî gotin: “Bila dev ji vê helwesta şerm a li hemberî me dikin berdin, em dayik in û naxwazin zarokên me bimirin. Ji bo wê em li vir in. Bi teqez wê zarokên me bi grevê bigihêjin serketinê.”

Li ser navê heyeta HDP’ê jî Gulistan Koçyîgît jî daxuyanî da.

Koçyîgît ev got: “Dayik ji rewşa bi hezaran kesên li dijî pêkanînên der hiqûqî yên mirovî yên li Îmraliyê bedena xwe dane ber greva birçîbûnê bi fikar in, li şûna ku hiqûqê û zagonan bi cih bînin, ketine nava hewldanên bêdengkirina dengê dayikan ên ji bo demokrasiyê. Divê êdî bê zanîn ku tecrîda li Îmraliyê çavkaniya hemû bêhiqûqiyên li welat tê kirine.

Hişmendiya di tecrîd û şer de israr dike welat ber bi hilweşînê ve dibe. Dayik dibêjin; ‘Daxwazên çalakvanên grevan daxwazên me ne’ Ya li vir bi erkê hikûmetêye divê hiqûqê bi cih bîne, gav bavêjin. Em naxwazin cenazeyên kesekê jî ji girtîgehê derbikevin. Li şûna hûn polîsan li ber me rakin hiqûqê bicih bînin.”