Heyeta HDP'ê ji CPT xwest ku tavilê biçe Îmraliyê

Zêdeyî du sal in bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Heyeta HDP'ê bi CPT re hevdîtin kir û jê xwest, tavilê bikeve nava liv û tevgerê.

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT), yekane sazî ye ku dikare biçe Girava Îmraliyê. Lê belê tevî tecrîda giran a li Îmraliyê jî, bi israr gavekê neavêje. Kurdan daxwaza xwe ya ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji rayedarên CPT re ragihandin û diyar kirin ku ji bo pêşîgirtina li şer û pêkhatina aştiyê, ev yek pêwîstiyeke lezgînî ye.

KURKÇU Û YAGIZAY DAXWAZA 'BIÇIN ÎMRALIYÊ' JI CPT RE RAGIHANDIN

Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu û nûnerê HDP'ê yê li saziyên Ewropayê Fayîk Yagizay, bi rayedarên sekreterya û maseya Tirkiyeyê ya CPT re rûniştin.

Di hevdîtinê de hate ragihandin, ji Îlona 2016'an û vir ve piştî hevdîtina Mehmet Ocalan, ti agahî ji Ocalan nayê girtin û destûr nayê dayin ku ne malbat, ne parêzer, ne jî heyeteke din biçe Îmraliyê.

PEYMANA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ TÊ BINPÊKIRIN

Heyeta HDP'ê diyar kir, ji ber vê rewşê Kurd û alîgirên aştiyê ketine nava tirs û fikaran û ragihand, tecrîd binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Heyeta HDP'ê bi bîr xist, yekane saziya erkdar a ku karibe Ocalan bibîne CPT ye, lewma gelê Kurd û alîgirên aştiyê di vî warî de bendewariyên xwe ji CPT heye.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ YÊN LI DIJÎ TECRÎDÊ HATIN BIBÎRXISTIN

Di hevdîtinê de greva birçîbûnê ya Leyla Guven û grevên birçîbûnê yên li Kurdistan û Ewropayê hatin nirxandin û ji CPT hate xwestin ku mijarê bi lezgînî bixe rojeva xwe. Kurkçu û Yagizay bal kişandin ser rewşa giran a ji ber grevên birçîbûnê rû daye û banga berpirsyariyê kirin.

CPT DI NAV 'DIYALOGEKEKE AKTÎF' DE YE

Rayedarên CPT jî îdîa kirin ku der barê rewşa Ocalan de ew bi rayedarên Tirk re di nava 'diyalogekeke aktîf' de ne. Rayedaran li ser rewşa Ocalan ti agahî nedan.

CPT tevî bendewariyên gelê Kurd jî beriya niha serdana girtîgehên li Tirkiyeyê kiribû, lê bi Ocalan re hevdîtin nekiribû.