Heyeta DBP û HDP'ê bi delegasyonên gelek welatan re hevdîtin kir
Rûniştinên 32. ên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî li Konseya Ewropayê dewam dikin. Nûnerên DBP'ê bi delegasyonên gelek welatên endam re hevîtin kir.
Rûniştinên 32. ên Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî li Konseya Ewropayê dewam dikin. Nûnerên DBP'ê bi delegasyonên gelek welatên endam re hevîtin kir.
Di nava heyetê de Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu û Nûnerê HDP'ê Fayik Yagizay hene. Heyetê bi delegasyonên Elmanya, Swîsre, Qibris, Yewnanîstan, Fransa û gelek welatên din re hevdîtin kir.
Di hevdîtina delegasyona Elmanya de hemû hibijartiyên Elman ên endamê delegasyonê amade bûn. Bi delegasyonên Yewnanîstan û Qibrisê re jî hevdîtineke hevpar hat kirin. Wekî din bi delegasyonên Fransa û Swîsreyê re jî hevdîtinên cuda hatin kirin.
Di hevdîtinan de desteserkirina şaredariyên DBP'yî bi rêya qeyûm, girtina hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê hatin nirxandin û hat ragihandin, rêveberiyên xwecihî ji her alî ve hatine tevizandin. Di hevdîtinan de hat destnîşankirin, ev polîtîkayên li dijî şaredariyan, derbeke giran li demokrasiya xwecihî xistiye.
Nûnerên DBP û HDP'ê diyar kirin, Rewşa Awarte ya ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, ti eleqeya xwe bi hewldana darbeyê re nîne û ragihandin, Rewşa Awarte ji bo beralîkirina DBP, HDP, mûxalîfên demokrat ên rasteqîn, hêzên çepgir û rewşenbîran hatiye ragihandin. Di hevdîtinan de hat bibîrxistin, ku tevî parlamenter û hevşaredaran bi qasî 10 hezar endamên partiya wan hatine girtin.
REWŞA ENDAMA KONGREYÊ NÛRHAYAT ALTÛN DI HER RÛNIŞTINÊ DE BÛ ROJEV
Fayik Yagizay der barê hevdîtinên bi delegasyonan re agahî da û anî ziman, endama delegasyona Tirkiyeyê ya Kongerya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî Hevşaredara Dersîmê Nûrhayat Altûn ev 5 meh in girtî ye û di her hevdîtinê de hatiye rojevê. Yagizay her wiha diyar kir, pêkanîna kêfî ya li dijî endama Meclîsa Şaredariya Amedê Serra Bûcak jî bûye rojev, ku Bûcak a dihat payin tevlî rûniştinên kongreyê bibe, li balafirgehê hatiye vegerandin.
Yagizay ragihand, di hevdîtinan de nêzîkatiya hemû delegasyonan erênî bû û destnîşan kir, ku biryar hatiye girtin, 'heta bicihhatina hiqûqê' rewşa Nûrhayat Altûn di hemû rûniştinan de bê ziman.
Di rûniştina îro ya kongreyê de wê raporek li ser zextên li şaredariyên DBP'yî tên kirin, pêşkêşî dengdanê were kirin.